Galbraith: Piştî referfandumê Amerîka dê serxwebûna Kurdistanê qebûl bike

Amerîka serxwebûna Kurdistanê qebûl dike
کوردستان TV
100%

 

Dîplomatekî berê yê Amerîka dibêje, piştî referandumê Amerîka dê serxwebûna Kurdistanê qebûl bike.

Balyozê berê yê Amerîka li Crovatia Peter Galbraith ji Dengê Amerîka re gotiye, tenê çend roj mane bo referandoma serxwebûna Kurdistana Iraqê ji ber wê jî ti hewlek bo paşxistina referandomê dê bê encam bimîne.

Peter Galbraith her wiha gotiye, eger mezinên kurdan referandomê paş bixin dê rastî nerazîbûneka tund ya gelê Kurdistanê bên. Nabe ti kes çaverêya vê yekê be ku Hewlêr dest ji referandomê berde û bi Bexdayê re li ser Destûrê muzakere bike, çimkî ew Destûr ji aliyê Bexdayê ve hatiye binpêkirin.

Wî dîplomatê berê yê Amerîka li ser helwesta welatê xwe li ser referandoma Kurdistanê jî gotiye, Amerîka dê piştî referandomê serxwebûna Kurdistanê qebûl bike çimkî her gava welatekî nû çêdibe, Amerîka destpêkê dijberiyê dike lê paşê qebûl dike.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.