500 rewşenbîr bo cîhanê: Rêzê li biryara referandumê bigirin

Hijmareke zêde ji rewşenbîrên Bakûr piştgîriya serxwebûnê dikin
کوردستان TV
100%

 

Xwedîderketina li Referanduma Serxwebûna Kurdistanê ya ji bakur kêlî bi kêlî zêdetir dibe. Peyameke xwedîderketinê vê carê ji 500 rewşenbîr, siyasetmedar, hiqûqnas, nivîskar û nûnerên qada civakî hat ragihandin. 500 rewşenbîran bi yek dengî piştgiriya xwe ragihand û bang li raya giştî ya cîhanê kirin ku, rêzê li biryara referandûmê bigirin.

Li Bakurê Kurdistanê, 500 rewşenbîrên ji Diyarbekir û bajarên din ên herêmê bi yek dengî peyama xwe ji bo xwedîderketina li Referanduma Serxwebûna Kurdistanê ji bo raya giştî aşkera kirin.

Di peyama rewşenbîran de hat gotin ku; "Em dibêjin; biryara Referanduma Serxwebûna Kurdistanê ya ku dê di 25'ê Îlona 2017'an çê bibe, mafekî rewa yê spartiyê hiqûqa Neteweyên Yekbûyî ye û li gorî çarçoveya 'Her gel dikare qedera xwe bi azadî tayîn bike!' hatiye pesendkirin. Ji ber vê yekê jî Em biryara referanduma li Kurdistanê destek dikin û bang li her kesî dikin ku li vê biryarê û ji encamên ku ji vê biryarê derkevin re rêzdar bin.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.