Serok Barzanî: Referandum ne tewane

Serok Barzanî: Referandum amrazeke bo gehêştin bi armanceke pîroz
کوردستان TV
100%

 

 

Serokê Kurdistanê li Silimanî gotarek pêşkêşî Kurdistaniyan kir.

Di çarçoveya kar û çalakiyên xwe yên bo referanduma serxwebûnê de, îro Serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî serdana bajarê Silimanî kir û beşdariya ahenga girseyî ya bo piştgîrî kirin ji referanduma serxwebûnê kir.

Serok Barzanî li Silimanî di ahenga girseyî de yaku nunerên piraniya part û aliyên siyasî yên Kurdistanê jî tê de beşdar bûn diyar kir ku îro rojeke gelek xweşe bo min û serfiraziyeke gelek mezine ku îro li vê bajarê hêja bi vê rengî bi hevre xwe amade dikin daku di roja 25ê Îlonê de ji serxwebûna Kurdistanê re bêjin erê.

Serok Barzanî herwiha diyar kir ku hertim dilniya bûye ku Silimanî hertim di xebat û têkoşînê de pêşeng e, di sala 1925an, di sala 1930, di sala 1963 jî pêşeng bûye û gencên vê bajarê serî li hember Sidiq Mistefa hildan û bi awayekî mêrxasî li hember Sidiq Mistefa rawestan û mirin hilbijartin lêbelê amade nebûn li ber çavê neyaran bêrêzî bi wêneyê Mele Mistefa Barzanî bikin.

Serok Barzanî herwiha eşkere kir ku pişt raste ku îro jî Silimanî vê weke berê pêşeng be bo serxwebûna Kurdistanê û ti carî vê yekê qebûl neke ku mehkûmê ti keseke din be.

Serok Barzanî di berdewamiya gotara xwe de got: Îro pirsa referandumê rojeva herî girîng ya civaka cîhanî û NY ye, ew yek berhema xwîna şehîdan û têkoşîna we û yekrêzî û îradeya bihêz ya gelê me ye, referandum biryara gelê Kurdistanê ye ne part û aliyeke siyasî.

Ji ber ku Bexda şeraket û hevparî nehêla gelê Kurdistanê ew biryara han daye, Bexda destûr binpê kir û îro ku behsa vê destûrê dikin her heman destûr rê bi gelê Kurdistanê daye daku referandum lidar bixe. Em di sala 2003an de li ser daxwaza xwe vegeriyan Bexdayê û me xwest daku Îraqeke nû, federal û demokratîk ava bikin lê mixabin aliyên Bexdayê bi ti awayî bi wan rêkeftin û peymanan ve girêdayî nebûn. Bi destûrê re girêdayî nebû lewre gelê Kurdistanê neçar ma ew biryara han bide.

Serok Barzanî got: Di destpêkê de hin alî û derdor wisa dizanîn ku referandum biryara du part anjî partiyeke siyasiye û ne biryara gelê Kurdistanê ye û wisa hizir dikirin ku ew yek tenê bo zext lê kirinê ye lewe gelek bi cidî vernegirtin, demeke dirêje ku ew babeta han di rojeva me deye, li gel civaka cîhanî me behsa vê yekê kiriye û par jî dema em çûne Bexdayê me behsa vê yekê kir û me ji wan re got: Bila em bibin du cîranên baş ji bo hevûdu, vê demê nêrînên wan gelek baş û nerim bûn lê hinek ji wan jî wisa dizanîn ku nav mala Kurd ne yekrêz û yek denge û li  benda vê yekê bûn ku nav mala Kurd parçe bibe lê tevahiya ew aliyan şaş bûn û ji wan re derket ku gelê Kurdistanê di warê pirs û babetên netewî û nîştimanî de yek deng û yek helweste, her wisa bûye û îro jî tevahiya me di bin sîbana partiya Kurdistanê dene.

Niha dema dîtin ku Kurdistanî yekdeng û yek helwestên û parlemen hatiye çalakkirin û ti hincetek jî nemaye, niyet û mebesta tevahiya wan ji me re eşkere bû û dema Bexda jî dît ku helwesta navnetewî hinek tunde, ew jî helwesta xwe tundtir kir û her pêşniyarek red kir û lazime her kes bizane ku referandum amrazeke bo gehêştin bi armanceke pîroz ku ew jî serxwebûne.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.