Partiya sosiyalîst demokrata Swêdê piştgîriya referanduma serxwebûna Kurdistanê dike.
Partiya Sosyalîsta Demokrat a Swêdê ku desthelatdariya wî welatî dike piştgiriya xwe ji bo referandûma serxwebûna Kurdistanê ragihand.
Parlemanterê Partiya Sosyalîsta Demokrat û endamê komisyona derve ya Parlemantoya Swêdê Anders Osterberg ragihandiye: "Em piştgiriya encamdana referandûma serxwebûna Kurdistanê dikin."
Osterbergî gotiye: "Referandûm mafekî yasayî û rewa yê gelê Kurdistanê ye û divê civaka navdewletî rêzê li xwesteka gelê Kurdistanê bigire."
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin