Civata Ewlekarî ya NY ser banga Amerîka di cive

li ser daxwaza Amerîkayê civata ewlekarî dubare dicive
کوردستان TV
100%

 

 

Civata Ewlekarî ya Neteweyên Yekbûyî, ser banga Amerîka dê roja Pêncşemê bo kêşeya Koreya Bakur kom bibe.

Qesra Sipî bi daxuyanîyekê ragihand ku Serokê Amerîka Donald Trump û hevtayê wî yê Çînî Xi Jinping derbarê ‘’xutrkirina zexta li ser rêvebirîya Pyongyangê’’ li hev kirine.

Qesra Sipî, piştî axaftina her du serokan ya li ser telefonê dîyar kir ku ewê bi toleyên Civata Ewlekarî giwaştina ser Koreya Bakur rakin asta herî bilind.

Civata Ewlekarî, hefteya borî paketa 8’an ya toleyên dijî Koreya Bakur pejirandibû.

Di nav toleyan de, nekirîna berhemên tekstîlê ji Koreya Bakur û rawestandina şandina petrolê bo wî welatî heye.

Rêvebirîya Pyongyangê, piştî biryara toleyan gelek muşekên menzîlnavîn firandibûn.

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.