Nêçîrvan Barzanî: Referandum di dema xwe de tê lidar xistin

Nêçîrvan Barzanî dibêje referandum nayê paşxistin
کوردستان TV
100%

 

Serokwezîrê Kurdistanê dibêje ti biryarek bo paş xistina referandumê tuneye.

Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji ajansa nûçeyan ya Rûsiyayê re gotiye: Ti biryarek bo paş xistina referanduma serxwebûnê tuneye û referandum jî di dema xwe ya diyar kirî de tê lidar xistin.

Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî herwiha eşkere kiriye ku civata bilind ya referandumê hatiye damezrandin û erkê vê civatê jî organîze kirina prosesa referandumê ye.

Nêçîrvan Barzanî herwiha diyar kiriye ku helwesta Amerîkayê ya li hember referandumê beriya niha jî diyar bû û serdana Breet McGurk jî bo vê yekê bû ku dubare ew helwesta berê ya Amerîkayê diyar bike û bêje dem bo lidar xistina referandumê ne goncave lêbelê me ji wan re got ku ew dema han baştirîn deme bo lidarxistina referandumê.

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.