Kerkûk îro vê heybeta xwe nîşana cîhanê dibe

Kerkûkê jî heyebeta xwe nîşanê cîhanê da
کوردستان TV
100%

 

Şêniyên Kerkûkê îro vê xwepîşandaneke bi heybet lidar bixin.

Weke her bajareke din yên Kurdistanê biryare îro li bajarê Kerkûkê jî xwepîşandaneke mezin ya girseyî were lidarxistin.

Di vê derbarê de berpirsekî partiya demokrata Kurdistanê diyar kir ku vê îro bi hezaran şêniyên Kerkûkê li ser qelha Kerkûkê kom bibin û armanc ji vê kombûna han dijatî kirina biryarên parlementoya Îraqê yên derbarê Kerkûkê û herwiha piştgîrî kirina referanduma serxwebûna Kurdistanê ye.

Ew berpirsê PDKê herwiha diyar kir ku ew xwepîşandana han ya girseyî vê weke yekem hemleya destpê kirina propagendeya referandumê ye û vê hemleyên bi vê rengî heta dema yasayî ya propagendeya referandumê li Kerkûkê bidomin.

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.