Tirkiye careke din dest bi avakirina dîwarê sînorî dike

Tirkiye berdewame li ser çê kirina dîwaran
کوردستان TV
100%

 

 

Li bajarokê Bilbilê li Herêma Efrînê Tirkiye careke din dest bi avakirina dîwarê sînorî dike.

Çavkaniyekê ji bajarolê Bilbilê ragihand ku artêşa Tirkiyê careke din dest bi avakirina dîwarê sînorî kiriye. Ev dîwar dikeve navbera gundê Baliya yê ser bi navçeya Raco ya Herêma Efrînê û gundê Mercûq li Bakurê Kurdistanê.

Heman çavkaniyê nîşan bi wê yekê da ku dirêjahiya vî dîwarî 4 kîlometre ye. Hevdem ligel avakirina dîwar, artêşa Tirkiyê kamîrayên çavdêriyê jî li seranserî sînor datîne û xendeqan jî dikole.

Gelek zeviyên çandiniyê yên deverên Kurdî li Rojavayê Kurdistanê ketine ber dîwarê ji aliyê Tirkiyê ve li ser sînorê Rojava û Bakurê Kurdistanê tê avakirin.

Li gorî zanyariyan avakirina vê dîwarê sînorî ji 20ê tebaxa borî ve hatibû rawestandin.

Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.