Li Şino kolberekî din hate kuştin

Iran berdewame li ser kuştina kolberên Kurd
کوردستان TV
100%

 

Hêzên rejîma Îranê li Şinoyê kolberekî din kuştin.

Li gor zaniyariyên ku ji bajarê Şino ya li Rojhilatê Kurdistanê hatine bidestxistin, îro duşem hêzên çekdar yên rejîma Îranê li nêzî gundê Hêiye ya ser bi Şinoyê bi awayekî raste rast gole li ser kolber û kasibkarên Kurd reşandine.

Jêderên herêmî diyar kirin ku di encama ew gole reşandinê de kolberekî din yê bi navê Silêman Qadirî yê ku şêniyên gundê Nelas ya ser bi Serdeştê ye canê xwe ji dest daye.

Ji aliyeke din ve hate zanîn ku cenazeyê vî kolberê bo navendeke leşkerî ya hêzên rejîma Îranê hatiye veguhastin û heta niha jî radestî malbeta vî nehatiye kirin.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.