Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) danezana encamnameya 8.mîn Kongreya xwe ya Asayî aşkare kir.
Kongreya Civaka Demokratîk(KCD) piştgiriya xwe bo referanduma serxwebûna Herêma Kurdistanê diyar kir û ragehand: "Wek hemû gelên cîhanê, mafê kurdan jî heye ku çarenûsa xwe diyar bikin û ev yek rewaye, mafekî ku kes nikare li dijî wê derkeve û li gorî mafên gerdûnî ye. Em jî dê bi gelên xwe yên Herêma Kurdistanê re di nava tevkariyê de bin."
Di danezana KCDê de referanduma serxwbuna herêma Kurdistanê jî hate nirxandin û derbarê helwêst û gefên welatên cîran ên derbarê referandumê de hat gotin: "8emîn kongreya me ya KCDê; gef, şantaj û çewisandinên dewletên herêmê yên li hemberî referanduma serxwebûnê ya ku di 25ê Îlonê li Herêma Kurdistanê bê lidarxistin bi tundî şermezar kir.
Destnîşan kir ku bi gelên me yên Herêma Kurdistanê re di nava tevkariyê dibin. Wekî hemû gelên cîhanê, mafê gelê kurd ên li her çar perçeyên Kurdistanê heye ku çarenûsa xwe diyar bike û ev yek rewaye, mafekî ku kes nikare li dijî wê derkeve û li gorî mafên gerdûnî ye.
Em di wê baweriyê de ne wê gelê me yê Herêma Kurdistanê vîn ango îradeyek xurt ji vê referanduma serxwebûnê derxîne holê û wê ev yek ji bo xurtkirina Yekîtiya Neteweyî bibe bingehek. Parvekirina vê bi hemû gelê me re wekî peywir û berpirsyarikê ji xwe re dibîne. "
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin