Telal Selman: Iraqiyan wisa kir kurd biryara cudabûnê bidin

Ereb wisa kirin ku Kurd daxwaza serxwebûnê bike
کوردستان TV
100%

 

Rojnamevanekî navdar yê ereb dibêje, Iraqî gelekî ser xwe de çûn ji ber wê jî dostaniya kurdan ji dest dan û bûn sebeba wê yekê ku Herêma Kurdistana Iraqê biryara cihêbûnê bide.

Rojnamevanê navdarê ereb Telal Selman, ku xelkê Lubnanê ye, şiroveyek li ser referandom û serxwebûna Kurdistanê kiriye. Di şiroveyê de, ku di rojnameya “Sefîr” ya Lubnanî de hatiye belavkirin, Telal Selman gotiye, gelê ereb bi taybet erebên Iraqî gelekî ser xwe de çûn û ji ber hêz û deshilatê difina wan bilind bû, ji ber wê jî dostaniya kurdan ji dest dan.

Telal Selman her wiha gotiye, dema Iraqiyan dostaniya kurdan ji dest dan gelê Kurdistana Iraqê neçar man biryara referandom û serxwebûnê bidin.

Wî rewşenbîrê ereb daye xuyakirin ku Amerîka û Îranê gelên Iraqê berdan hev û ji vê yekê jî sûd wergirtin û gotiye, Iraqa niha li ser bingeha mezhebî û nijadperestî hatiye avakirin. Ev jî hemû xeta û gunahê şîeyan e.

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.