Li Almanya hejmara Selefiyan zêdetir bûye

li Almanya hijmara cîhadiyan zêde bûye
کوردستان TV
100%

 

Hejmara Selefiyên tundrew li Almanyayê zêdetir bûye û xwe gihandiye 10 hezar û 300 kesî.

Li gor raporên Îstîxbarata Navxweyî ya Almanyayê, li Almanya hejmara Selefiyên tundrew her ku diçe zêdetir dibe. Hejmara ku di sala 2011an de 3 hezar û 800 bû, di 2915an de bû 8 hezar û 300 û doi 2017an de jî ew hejmar g10 hezar derbas kiriye.

Zêdebûna hejmara Selefiyên tundrew bi şik û gumanê tê şopandin. Îstîxbarata Alman di wê bawerîyê de ye ku Selefî yek ji hêmanên sereke yên teror û terorîzmê ne.

Li gor raporên îstîxbarata Alman, di salên dawîn de ji Almanya 940 îslamîstên tundrew çûne Sûrîye û Iraqê û tev li DIŞIêê bûne. Li gor raporên îstîxbarata Alman, ji wan 940 kesên ku çûne û tev li DIŞIê bûne, ji sisêyan yek jê vegeriyane û tenê 147 kes li Sûrîye û Iraqê mane û venegerîyane.

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.