Schulz: Em li ber Erdogan çogan danaynin erdê

Almanya gefan li Tirkiyeyê dike
کوردستان TV
100%

 

Di 24ê Îlonê de li Almanya hilbijartin e. Yek ji mijarên sereke yên partîyên Alman mijar û pirsgirêka Tirkîyê û Erdogan e. Erdogan yek ji xala propagandaya partîyanên Alman e û her partî di derbarê Erdogan û Tirkîyê de helwesta xwe eşkere dike.

Di vê derbarê de Namzetê Serokatîya Partîya Sosyal Demokrat (SPD) Martin Schulz jî helwesta xwe eşkere kir û anî zimên ku ewê çogên xwe li ber Erdogan daneynin erdê.

Martin Schulz, anî zimên ku „ewê şantajên Erdogan qebûl nekin“ û ji çapemenîya Alman re got: „Divê mizakereyên bi Tirkîyê re bên rawestandin. Heke Tirkîye dixwaze bibe endamê Yekîtîya Ewrûpayê, divê rêzê ji xalên bingehên yên YE re bigre û li gor wan xalan tev bigere. Yan na, tu wateya berdewamîya mizakereyan tuneye. Yekîtîya Ewrûpayê yekîtîyek hiqûqê ye, xwe dispêre xalên bingehîn û mafên bingehîn. Yek ji van xalên bingehîn azadîya ramanê, azadîya rojnamevan û rojnamegerîyê ye. Ev maf li Tirkîyê bi awayekî sîstematîk tên binpêkirin. Welatekî wisa nikare bibe endamê Yekîtîya Ewrûpayê“.

Schulz, di derbarê Erdogan de jî nerîna xwe anî zimên  û got ku „Erdogan ew xeyalşikestî kiriye“ û got: „Erdogan ez xeyalşikestî kirim. Di destpêkê de reformxwazekî mezin bû, lê îro daye ser rêya tecrîdkirina welatê xwe“.

Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.