Li Îraqê terorîstên DIŞIê êrîşî bingeheka koalisyonê kirin

DIŞIê êrîş kir lê hat şikandin
کوردستان TV
100%

 

 

Koalisyona navnetewî ya bi serkirdayetiya Amerîka dibêje terorîstên DIŞIê êrîşî bingeheka wan kir li bakurê Îraqê bê ku çi ziyanê bigihîne serbazên Îraqê û biyanî.

Peyvdarê koalisyonê kolonêlê Amerîkî Ryan Dillon dibêje hemî êrîşker hatin kuştin.

Dillon dibêje êrîşa îro Yekşemê li herêma bakurê bajarokê Hewîje rû da, ku yek ji cihên dawî yên DIŞIê ye piştî ew ji Mûsilê hatin derxistin, demekê berê îsal.

Hêzên Îraqê, bi piştgiriya Amerîka piraniya navçeyên bin destê DIŞIê rizgar kirin, lê DIŞIê hîn dikare êrîşan li dijî sivîl û armancên leşkerî pêk bîne.

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.