Zêdetir ji hezar terorîstên DIŞIê xwe radest kirine

li Teleferê pişt li DIŞIê hatiye şikandin
کوردستان TV
100%

 

Artêşa Îraqê dibêje li Teleferê zêdetir ji 1500 terorîstên DIŞIê xwe radest kirine.

Artêşa  Îraqê bi daxuyaniyeke nivîskî eşkere kir ku di çarçoveya operasiyona azad kirina Teleferê de artêşa Îraqê kariye derbên gelek dijwar li terorîstên DIŞIê bide.

Li gor daxuyaniya artêşa Îraqê ji roja yekem ya destpê kirina operasiyona azad kirina Teleferê heta piştî azad kirina vê bajarê ji destê terorîstên DIŞIê bi giştî 1500 terorîstên DIŞIê xwe radestî artêşa Îraqê kirine.

Di beşeke din ya vê daxuyaniya han de hatiye diyar kirin ku di çarçoveya operasiyona azad kirina Teleferê de 1400 terorîstên DIŞIê jî hatine kuştin.

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.