Îbrahîm Ceferî: Kurd dixwazin dewleta Kurdistanê ya mezin ava bikin

Iraqî dibêjin Kurd daxwaza Kurdistana mezin dikin
کوردستان TV
100%

 

Wezîrê derve yê Iraqê Îbrahîm Ceferî tekez kir ku berdewam ew daxwaza Herêma Kurdistanê ya pirsa serxwebûnê, bandorê li ser pirensîbên Iraq û Yekîtiya axa wê dike, û got: "Kurd xewna avakirina Dewleta Kurdistan a mezin li pênc welatan dibînin û li pêşiya wan pênc welatan, wê ji Iraq destpê bikin."

Ceferî ji kenala “ON Live” ya Misrî re ragihand: "Kurd dixwazin xewna Kurdistan a mezin bicî bînin."

Ceferî bi riya wê kenalê daxwaz ji Misrê kir ku li dijî serxwebûna Kurdistanê derkeve, û got: "Di parastina yekîtiya Iraqê de roleke mezin dikeve ser Misirê, ji ber ku Misir welatê ereb ê herî mezin e û maf jê re heye beramberî karta referandûma Herêma Kurdistanê, metrisiya wê pêngavê bide xuyakirin."

Wezîrî derve yê Iraqê diyar kir, ku ezmûneke baş li cem Misrê heye di warê himêzkirina welatên erebî de û dikare diyar bike ku "Referandûmê ve ti kes û alî nikare gefê li me bike."

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.