Necmedîn Kerîm: Parlemento û Serokwezîr nikarin biryarê li ser Kerkûkê bidin

parlemento û Serokwezîrê Îraqê nikarin biryar li ser Kerkûkê bidin
کوردستان TV
100%

 

Parêzgarê Kerkûkê Necmedîn Kerîm biryara Parlamentoya Iraqê ya derbarê bidûrxistina wî de wek biryareke ne yasayî bi nav kir û got: "Li gorî yasayan desthilata serokwezîr li ser Kerkûkê nîne. Danîna hakimê serbazî xewna Beesiyan e."

Necmedîn Kerîm îro (17-09-2017), di civîneke çapemeniyê da ragihand ku wan li gel beşa yasayî ya Encûmena Parêzgeha Kerkûkê li ser biryara parlamentoya Iraqê axivîne û wan gotiye ku ew biryar bi temamî li dijî yasayan e.

Kerîm biryara parlementoyê ya li hember xwe wek biryareke "siyasî" bi nav kir û tekez kir ku ew niha li ser karê xwe ye û dê li ser karê xwe jî berdewam bibe.

herwiha Kerîm got: "Ev 6 sal û nîv in em li ser kar in û xelkê Kerkûkê biryara vê daye û dizane ka em çawa xizmeta wan dikin. Heta niha li dijî me ti kesan ti tiştek negotiye. Lê ma xêr e, piştî biryara bilindkirina alaya Kurdistanê û beşdarbûna referandûmê ev biryar derxistin? Me biryarên xwe bi şêwira li gel encûmena parêzgehê daye. Lewma pir eşkre ye ka mebesta biryara wan çi ye."

Parêzgarê Kerkûkê bi zimanekî zelal got: "Em qebûl nakin li Bexdayê çend kesek kom bibe û li ser vê mijarê bi vî awayî kar bikin. 370 endamên Parlamentoya Iraqê hene û tenê 120 kesan li ser vê mijarê deng dane."

Li ser helwesta nûnerên tirkmen jî Necmedîn Kerîm got: "Nûnerên tirkmenan wisa nîşan didin ku tu dibêjî qey Kerkûk di nava gola xwînê de ye. Gelê tirkmen gelekî bi şeref û baş e. Ew li gel pêkhateyên din bi biratî dijîn. Di hemû karên Kerkûkê de kurd û tirkmen bi hev re bûne. Beriya salên 70yan ereb li Kerkûkê nebûn. Di zanîngehê de jî kurd, tirkmen û krîstiyan hebûn. Em ne li dijî ereban in lê guhertineke mezin li vî bajarî hat kirin daku demografiya bajêr were guhertin. Kerkûk ti caran ev hinde bi ewle nebûye. Ev jî bi saya wan kesan pêk hat ku dilsozê vî gelî ne."

Li ser pirsekî ya derbarê destnîşankirina hakimekî leşkerî ji bo Kerkûkê ji aliyê rêveberiya Bexdayê ve, Kerîm wiha axivî:

"Diyarkirina hakîmekî leşkerî tiştekî xeyalî ye û xeyalê Beesiyan e, hizra Saddam e û ya Elî Mecîd e. Ew gelek dixwazin careke din wiha be. Lewma ew parlementerên erebên sunî wiha hizir dikin. Lê ew li gorî berjewendiyên gel hizir nakin. Ew hinde hemwelatiyên ereb li vê derê hene em parastina wan dikin. Hakimê leşkerî ji bo Hewîce, Riyaz û Ebasiye danîbûn lê di 36 demjimêran de hemû tiştek ji DIŞIê re hiştin û revîn. Em neçar bûn me ji wan re cakêt û pantolon ji vir ve şande Bexdayê."

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.