6 welatiyên din yên Êzidî hatin azad kirin

hijmareke din welatiyên Êzidî hatin azadkirin
کوردستان TV
100%

 

6 welatiyên din yên Êzidî ji destê terorîstên DIŞIê hatin azadkirin.

Berpirsê rizgarkirina revandiyên êzîdî Husên Qaidî di civîneke çapemenî de diyar kir ku îro jinek bi navê Şîrîn Dexîl bi 3 zarokên xwe ve û zarokek bi navê Heval (7 salî) û keçek bi navê Simye (13 salî) ji destê DAIŞê hatin rizgarkirin.

Husên Qaidî da zanîn, piştî ku navên wan hat tomarkirin dê teslîmî malbat û mirovên wan yên li Duhokê bên kirin.

Li gorî agahiyên wî berpirsê êzîdî, duh û pêr jî 5 revandiyên êzîdî hatin rizgarkirin û gihîştin mirovên xwe yên li Kurdistanê.

 

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.