Sadiq Khan: Emê serê xwe li hember terorê natewînin

li Londonê nêzî 20 kesan birîndar bûn
کوردستان TV
100%

 

 

Îro li Londonê teqînek pêk hat û çend kes birîndar bûn.

Serokwezîra Brîtanya Theresa May, piştî teqîna li Londonê twîtek weşand. "Ez başbûnê ji kesên ku li Parsons Green birîndar bûne re û ji tîmên hawarçûnê re, ku bersîvdana kiryara terorîstî didin, dixwazim."

Şaredarê Londonê Sadiq Khan jî banga aramî li rûniştvanan kir û got ku ewê ti car stûyê xwe hember terorîzmî netewînin û têkçûnê qebûl nakin.

Serokê Amerîka Donald Trump jî li ser bûyerê twîtek parve kir. "Êrîşeke din li Londonê, ji aliyê terorîstekî hindaker. Ew kes nexweş û bêaqil in ku di demeke nêz de wê Scotland Yard wan desteser bike. Dema çalakbûnê ye!"

Weke tê zanîn îro danê sibê di nava stasiyoneke metroyê ya li Londonê de teqînek pêk hat û di encam de nêzî 20 kesan birîndar bûn.

 

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.