Li berdem NY Kurdistanî dest bi xwepîşandanê kirin

Kurdistanî li berdem NY dest bi xwepîşandanê kir
کوردستان TV
100%

 

Îro li Hewlêrê Kurdistanî li berdem ofîsa NY dest bi xwepîşandanê kirin.

Li bajarê Hewlêrê hijmareke zêde xelkê Kurdistanê ku ji piraniya bajarên Kurdistanê hatibûn Hewlêrê, li berdem ofîsa NY ya li Hewlêrê kom bûn û dest bi xwepîşandaneke grseyî bo piştgîrî kirina referanduma Kurdistanê û herwiha şermezar kirina daxwaza NY ya bo paş xistina referandumê lidar xistin.

Di xwepîşandana han de yaku beşdarwan ji dohê şev heta niha liwirin, nunerên tevahiya pêkhateyên olî û etnîkî yên Kurdistanê jî hene.

Xwepîşander herwiha gotinên nunerê Serokê Amerîkayê bo şerê dijî DIŞIê Breet McGurk jî şermezar kirin û anîn ziman ku ew gotinên han bi ti awayî ji aliyê gelê Kurdistanê ve nayên qebûlkirin.

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.