Serok Barzanî: Referandum revatiya xwe ji xelkê Kurdistanê digre

Serok Barzanî: Hesab bo şîretên kes nakin
کوردستان TV
100%

 

Serokê Kurdistanê li Amêdiyê gotarek pêşkêşî şêniyên deverê kir.

Îro înê Serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî di çarçoveya serdanên xwe yên bo deverên curbicur yên Kurdistanê de serdana devera Amêdiyê kir û li gel şêniyên vê deverê jî civiya.

Di kerneval û festîvala piştgîrî kirina referanduma serxwebûna Kurdistanê de, Serok Barzanî gotareke gelek girîng pêşkêş kir û anî ziman ku dewleta Kurdistanê vê devleteke demokratîk û fedralî be.

Serok Barzanî herwiha diyar kir ku ew du roje hin tişt dibihîstim ku diyare fikar ketine nava dilê xelkê Kurdistanê piştî civîna dohê ya li gel şandeke nunerên welatên endam di hevpeymaniya cîhanî de, nabe gelê Kurdistanê wan tiştan bi girîng verbigirin jiber ku heta niha ti kes û aliyek ti alterantîfek pêşkêşî me nehatiye kirin.

Serok Barzanî herwiha diyar kir ku ew kesên ku dibêjin referandumê paş bixin ti alternatîfeke wan tuneye û ti gerentiya wan jî tuneye, lazim bû ew aliyên han hatibana û destxweşî li gelê Kurdistanê kiribana û nekî behsa paş xistina referandumê kiribana, ew aliyên han ku vê behsê dikin, başe bo çî behsa mafên mirovan û azadiyê dikin?

Serok Barzanî herwiha diyar kir ku rewşa Îraqê li ber çavên her kese û em careke din bi ti awayî bindestî û komkujiyan qebûl nakin.

Serok Barzanî di beşeke din ji axaftinên xwe de tekez li ser vê yekê kir ku gelê Kurdistanê hesabê bo nêrîn û şîretên ti aliyekî nake û bi îsrare li ser biryar û îradeya xwe û îradeya gelê Kurdistanê jî çavkaniya herî mezin û bihêz ya revatiya referandumê ye.

Serok Barzanî eşkere kir ku gelê Kurdistanê ti gumanek li ser Kurdistanî bûna deverên Kurdistanî yên derveya îdareya Kurdistanê ew deverên ku bi qehremanî û xwîna pêşmerge hatine azadkirin nîne û li wan deveran jî referandum were lidarxistin daku şêniyên wan deveran jî biryar li ser çarenivîsa xwe bidin.

Serok Barzanî dubare ew yek anî ziman ku emê di dema diyar kirî de li ser sendoqên dengdanê bin û dengê xwe bidin û amaden ku ji bo serxwebûna Kurdistanê jî serê xwe bidin.

 

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.