Whatsapp dê peyamên şandî bike neşandî

Whatsapp mimkune peyamên te neşîne
کوردستان TV
100%

 

Sepana peyamên taybet a Whastappê amadekariya nûjenkirineke nû dike. Li gorî vê nûjenkirinê, Whatsapp dê peyamên hatine şandin vegerîne û bike "neşandî".

Li gorî nûçeya Independentê, sepana Whatsappê dê di rojên pêş de vê taybetmendiya nû pêşkêşî bikarhêneran bike.

Li gorî wê nûçeyê, hinek çavkaniyan ragihandiye ku ev taybetmendî dê di çend rojên bê de çalak bibe û li gorî wê, peyamên ku bi şaşî hatine şandin an jî peyamên ku mirov poşman dibe ku şandine dê bikarin bên jêbirin.

Ev taybetmendiya ku navê wê "unsend" anku "neşandî" ye, wiha dixebite. Eger bikarhêner peyamek şand û dûre poşman bû ku şandiye, dikare wê peyamê jê bibe, bi mercê ku ew peyamn nehatibe dîtin û xwendin û 5 deqîqe di ser şandina wê re derbas nebûbin.

Zanist û Teknolojî

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.