Koreya Bakûr dîsa gef li Amerîka û Japonya kir

Koreya Bakûr li ser kiriyarên xwe biisrare
کوردستان TV
100%

 

 

Di rûniştina Konseya Ewlekariya Netewên Yekbûyî ya berî naha de hin qedexeyên giring li ser Koreya bakûr hatin danîn û ew pêkanîn bi dengên giştî ve hatin pejirandin. Li hember vê yekê wek bertekekê Koreya Bakûr li hember Amerîka û Japonya gefa bikaranîna çekên nûkleerî kir.

Koreya Bakûr bi rêya Ajansa fermî ya dewleta Koreya bakûr KCNA ragehand, ewê bi çekên nûkleerî ve Japonyayê bi temamî nuqim bikin û Amerîkayê jî wek xweliyê bikin û di tarîbûnê de bifetisînin.

Komîteya Asya-Pasîfîk û Komîteya aştî ya karên dîplomatîk û propagandaya Koreya bakûr dike jî ragehand, welatên ku Amerîkayê rişwet daye wan û di fermana Amerîkayê de ne li gel yek tevdigerin û got, ew Konseya ewlekariyê amûrê xirabiyane û em bang dikin bê rakirin.

Komîteya Asya-Pasîfîk ji ajansa KCNA re got û di beyanameya xwe de ragehand: ‘’Bi bombeyên nûkleer ên Juche ve 4 cezîre divê noqî behrê bên kirin. Êdî pêwîst nake Japonya li tenişta me be.’’

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.