Polîs li Moskovayê gelek ciyan vala kir

li Moskovayê metirsiya êrîşên terorîstî heye
کوردستان TV
100%

 

Li Moskovayê rêvebirî û asayiş ketiye nava tevgerê. Li gor çend giliyên ku bi hev re hatine kirin, texmînen li dora 10 hezar kesî ji rawestgehên trênan, zanko û AVM yan hatine dûrkirin.

Bi sedema hatiye gilîkirin ku bombe xistine hinek deveran, hinek zanko, AVM, rawestgehên trênan û dibistan ji aliyê hêzên dewletê ve hatine valakirin. Ciyên ku hatine valakirin li dora 30 cihî ne. Ji rawesgehên trênan li dora 600 kes, ji maxazayan li dora 10 hezar kesî, ji fakulteya tibê ya Seçenovê û MGIMO ya Pêwendiyên navdewletî û du ciyên bazirganiyê, gelek kes hatine dûrxistin.

Polîs ciyê ku jê şikê dike, lê lekolînan dike.

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.