Serok Barzanî: Vê gelê Kuridstanê di 25ê Îlonê de biryara xwe bide

li Zaxoyê erişa dagîrkeran hate hejandin
مسعود بارزاني
کوردستان TV
100%

 

Serokê Kurdistanê û şêniyên Zaxoyê eriş û asmana dagîrkeran hejandin.

Serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî di çarçoveya serdanên xwe yên bo bajarên Kurdistanê, îro serdana bajarê Zaxoyê kir û li gel şêniyên vê bajarê civiya û peyvek pêşkêş kir.

Serok Barzanî di gotara xwe de diyar kir ku ez nehatime daku daxwaz ji we bikin dengê belê bo serxwebûna Kurdistanê bidin jiber ku ne hewceye kes were ji wer re tişteke wisa bibêje û hun bo xwe baş dizanin ku çê bikin û çê nekin.

Serok barzanî di berdewamiya gotara xwe de diyar kir ku niha rojeva herî gerim rojeva refernadumê ye û gelê Kurdistanê di roja 25ê Îlonê vê biçe ser sendoqan û biryara xwe bide.

Serok Barzanî herwiha diyar kir ku biryara referandumê nebiryara part anjî aliyeke siyasî bi tenêye belku biryara gelê Kurdistanê ye, jiber ku li Îraqê destûr hatiye binpêkirin, şeraket, hevparî û hevsengî nemaye.

Serokê Kurdistanê herwiha diyar kir ku niha li Îraqê de tiştek bi navê destûr, hevparî, şeraket û hevsengî nemaye û hikûmeteke taêfî ya etnîkî bi rêcikên zorîne û kemîne ( piraniya siyasî) biryaran der dike û parlementoya Îraqê jî her bi heman awayî tev digere û tiştek bi navê tewafoq û şeraketê nemaye.

Serok Barzanî di beşeke din ji axaftinên xwe de diyar kir ku ew bi dehan sale ku em li ser zagona taybet bi hêzên pêşmerge ku beşeke ji pergala ewlekarî ya Îraqê, nehatiye pejrandin û qebûlkirin lêbelê bi du seatan zagona hêzên heşda şebî amade kirin û birin parlemen û qebûl kirin.

Serok Barzanî anî ziman ku niha li Îraqê hinek alî û derdor bi her awayî dijatiya gelê Kurdistanê û destkeftên Kurdistanê ne û dixwazin wan destkeftan ji nav bibin.

Serok Barzanî di berdewamiya axaftinên xwe de behsa hevdîtina xwe ya li gel şanda hevpeymanan kir û got: Beriya ku ez werim Zaxo li gel şandeke pile bilind civiyan û ew nêrîna xwe diyar kirin û me jî nêrîna xwe diyar kir û ew ne li djiî referandumê ne belku dibêjin dem ne goncawe, niha civata ewlekarî ya NY jî li ser xetê ye û me dimêzinên ku alternatîfa wan çiye, eger tenê paş xistin be vê demê emê biryara xwe didin û serxwebûna Kurdistanê diyar dikin.

Serok Barzanî got: Referandum amraze û ne armance, armanca mezin ya gelê Kurdistanê serxwebûna Kurdistanê ye.

Derbarê gotinên rayedarên Îraqê de jî Serok Barzanî got: Ew kesên ku niha destûr hatiye bîra wan û dibêjin referandum ne destûriye, lazime ew jî bixin bîra xwe ku ew bo xwe destûr binpê kirine.

Serok Barzanî herwiha diyar kir ku ew kes û aliyên ku me digot li Bexdayê hevpeymanên mene li hember gelê Kurdistanê bêwefayî dikin û gelê Kurdistanê di sala 2003an de bi dilxwazî vegeriya Îraqê û dixwest bi hevparî û hevbeşî, di çarçoveya demokrasî û fedralî de Îraqeke nû awa bike lêbelê ew hewlên han jî ti encameke wan nebû, lewre gelê Kurdistanê careke din naxwaze ew ezmûnên şkkestxwarî dubare bike.

Serok Barzanî di berdewamiya axaftinên xwe de got: Me di sala 2003an de şaştî kir ku çûne Bexda, lê dema çûyî çûye û venagere lazime em hizir li ser pêşeroja xwe bikin û baştirîn hizir jî bo pêşeroja Kurdistanê ewe ku li gel Îraqê bibin du cîranên baş.

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.