Serok Barzanî li gel şandeke hevpeymaniya cîhanî civiya

Serok Barzanî: Hevpeymaniya cîhanî alternatîfek amade kiriye
کوردستان TV
100%

 

Serok Barzanî û nunerên welatên endamên hevpeymaniya cîhanî civiyan.

Îro Serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî pêşwaziya şandeke pile binlind ya welatên hevpeyman kir ku ji her yek ji nunerê Serokê Amerîkayê bo şerê dijî terorê, nunerê taybetî yê Sekreterê NYê yê li Îraqê, balyozê Amerîkayê yê li Îraqê, balyozê Berîtanyayê yê li Îraqê û şandeke din pêk hatibû.

Di civîna han de yaku li navenda organîze kirina operasiyonên dijî DIŞIê yaku di destpêka şerê dijî DIŞIê de bi tenê 5km ji terorîstan dûr bû hate lidarxistin, nunerê welatên hevpeyman behsa çend mijar û babetan kir bi taybetî referanduma serxwebûna Kurdistanê yaku biryare di roja 25ê Îlonê de were lidarxistin.

Şanda han rêzdariya xwe bo gelê Kurdistanê diyar kir û rola hêzên pêşmerge di şerê dijî terorîstên DIŞIê û ji nav birina terorîstan de bi roleke girîng wesif kir û silavên wan bo şehîdên pêşmerge jî hebû.

Di civînê de şanda mêwan alternatîfek di şûna lidar xistina referanduma 25ê Îlonê pêşkêşî Serok Barzanî kir û Serok Barzanî jî ew alternatîfa han wergirt û piştgîriya xwe jî bo diyalogên baş diyar kir.

Derbarê referandum û alternatîfa ku hatiye pêşkêş kirin jî Serok Barzanî diyar kir ku ew ne biryara min ya bi tenê ye û em li gel Serkirdatiya siyasiya Kurdistanê giftûgo dikin û di demeke nêz de helwesta xwe di vê derbarê de diyar dikin.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.