Nêçîr‌van Barzanî û Mcgurk pêdagirî li ser diyaloga navbera Hewlêr û Bexdayê kirin

Nêçîrvan Barzanî û nunerê Serokê Amerîkayê behsa hin mijaran kir
کوردستان TV
100%

 

Nêçîrvan Barzanî û Breet McGurk li Hewlêrê civiyan û behsa çend mijaran kir.

Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya nunerê taybetî yê Serokê Amerîkayê yê bo şerê dijî terorîstên DIŞIê Breet McGurk kir.

Di civînê de her du aliyan behsa dawîn pêşhatên şerê dijî terorê li Îraq û Sûriye kirin û bal kişandine ser qunaxa piştî ji nav birina DIŞIê û rewşa deverên rizgar kirî, bi taybetî vegeryana penaber û koçberan ji bo ser cihên xwe li Mûsil û derdora wê.

Di beşeke din ya vê civîna han de Nêçîrvan Barzanî û Breet McGurk  behsa rewşa niha ya Herêma Kurdistanê û berhevî ji bo civîna parlemantoyê û pirsa refrandumê kirin û hizrên xwe derbarê van pirsan xistine berçav.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.