Jerusalem Online: Îran û Malikî budçeyeke mezin li dijî referandûmê xerç dikin

Ira û Îran bo dijatî kirina kirina Kurdistanê pere xeric dikin
کوردستان TV
100%

 

Malpereke nûçeyan a Îsraîlê eşkere dike ku Komara Îslamî ya Îranê ji bona dijatiya referendûma serxwebûna Kurdistanê budceyeke mezin dimezêxe û bi rêya serokê Partiya Daweya Îslamî ya Îraqê hindek ji wê budceyê digihîne destê berprisê kampanyaya Nexêr niha ji bo serxwebûna Kurdistanê.

Malpera Jerusalem Online, roja 11.09.2017ê, di raporekê de behsa rola Îranê ya dijatiya serxwebûna Kurdistanê û ew kesên Îran bi rêya wan dijatiya serxwebûnê dike weşand û diyar kir ku Îranê çend kesan li Îraqê ji bo dijatiya serxwebûna Kurdistanê bi kar tîne.

Herwiha Malpera behs dike ku Nûrî Malikî serokê partiya Daweyê ya Îslamî li Îraqê budceyeke mezin ji Îranê wergirtiye û bi rêya wê budceyê piştgiriya hindek sazyên mediyayê û rojnamevanan ji bo dijatîkkirina referendûma serxwebûna Kurdistanê dike.

Li gor raporê, yek ji wan saziyên mediyayê ku Îran û Malkî piştevaniyê lê dikin saziya Nalya û kanala NRTyê ye ku Şaswar Ebdulwahîd seroktiya wê sazî û kanalê dike:

Birayê Şaswar Ebdulwahîd şirîkê sereke yê Malikî ye di bazirganiyê de li Bexdayê. Xuşka wî jî, Sirwe Ebdulwahîd ku li ser lîsteya tevgera Goran endama parlamentoya Îraqê ye, têkiliyên bihêz digel Nûrî Malikî hene. Saziya medyayî ya Nalya jî bi awayekî rasterast ji bo Malikî kar dike.

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.