NATO: Tirkiye di mijara S-400î de me haydar nekir

NATO dibêje li hember kiriyarên Tirkiyeyê bifikarin
کوردستان TV
100%

 

Rayedarên NATOyê ragihandin ku Tirkiye di mijara naveroka peymana S-400î ku bi Rûsyayê re mor kir, NATO haydar nekiriye.

Rayedarekî NATOyê ku navê wî nehat eşkerekirin, daxuyanî da ajansa rûsî û diyar kir ku, "Niha ti endamên NATOyê pergala moşeka S-400î bikar nayne. Di mijara naveroka kirînê de nehta agahdarkirin."

Beriya niha rayedarên rûsî destnîşan kiribû ku ji ber hesasbûna mijarê dê naveroka derbarê peymana S-400î eşkere nakin.

Ji ber vê yeke bihayê peymanê û dê çend bataryayê S-400î bidin Tirkiyeyê bi zelalî nayê zanîn.

Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.