The Guardian: Bi sedan çekdarên DIŞIê derbasî Tirkiyê dibin

cîhadiyên radîkal vedigerin Tirkiyeyê
کوردستان TV
100%

 

 

Hat îdiakirin ku bi sedan cîhadîstên ji DIŞIê veqetiyane ji bo revê li bajarê Idlibê yê ser sînorê Tirkiyeyê dipên.

Di rojnameya The Guardianê de hat îdiakirin ku bi dehan ji van cîhadîstan di nava hefteyên dawiyê de derbasî Tirkiyeyê bûne.

Li gorî îdiayê piraniya van cîhadîstên biyanî yên reviyane Idlibê, hêvî dikin ku di ser Tirkiyeyê birevin û vegerin malên xwe.

Ligel vê yekê di nûçeya The Guardianê de hat îdiakirin ku di van hefteyên dawiyê de "çend dozîne cîhadîstên berê derbasî başûrê Tirkiyeyê bûne."

Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.