Apple iPhone X û iPhone 8 da nasîn

IPhone berhemên nû nîmayîş kir
کوردستان TV
100%

 

Applea saziya teknolojiyê ya Emrîkayê telefonên xwe yên iPhone X, iPhone 8 û iPhone 8 Plus ên nû û saeta xwe ya Apple Watch 3 ve Apple TVya taybetiya wê ya 4Kyê heye da nasîn.

Appleê li avahiya xwe îdareya navendî ya li Kalîforniyayê merasima danasînê lidar xist û derbarê têlefonên xwe yên nû da agahî da.

Appleê di hezîrana 2007an da modela ewil a iPhoneyê dabû nasîn û ji wê demê 10 sal derbas bû û ji bo vê jî navê iPhone Xê danî IPhone 10.

Appleê diyar kir ku rûyê iPhone Xê 5,8 inch e (14,7 cm) û tevahiyê rûyê wê ji koşekî hetanî koşeyê din (edge-to-edge) tê bikaranîn.

Li ser rûyê iPhone Xê ciyê ku bi tiliyan pêlê dikin tune, rûyê telefonê bi teknolojiya "super retina display"ê hatiye çêkirin.

 

Zanist û Teknolojî

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.