Serok Barzanî: Kes nabêje me ha ji were serxwebûn

Serok Barzanî bersifa parlementoya Îraqê da
کوردستان TV
100%

 

Serokê Kurdistanê li Akrê gotarek pêşkêş kir.

Îro Serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî di çarçoveya serdan û civînên xwe yên bo deverên curbicur yên Kurdistanê de, îro serdana devera Akrê û Berdereşê kir û li gel şêniyên wan deveran civiya.

Di civînê de Serokê Kurdistanê gotarek derbarê girîngiya referanduma serxwebûnê û ragihandina serxwebûna Kurdistanê de pêşkêş kir û anî ziman ku dem dema vê yekê ye ku gelê Kurdistanê xwe bi destên xwe biryar li ser çarenivîs û pêşeroja xwe bide.

Serok Barzanî got: Nabe em li benda ti alî anjî hêzek bimînin daku were û ji me re bêje ha ji we re serxwebûn, jiber ku kes serxwebûnê nade me û gelek kes jî vê yekê weke mafek bo gelê Kurdistanê nabînin û lazime gelê Kurdistanê bo xwe hewl bo bidest xistina serxwebûna xwe bide û xwedî li îradeya xwe derkeve.

Serok Barzanî herwiha diyar kir ku me gelek hewl da daku Îraqeke nû û federal li ser bingehên hevparî û şeraketê ava bikin û bibe welateke xwedan destûreke federal û serdemiyane lêbelê ew hewldanên me hemû bêyî encam bûn û Îraq nebû Îraqeke federal û demokratîk û şeraket û hevparî hate binpêkirin.

Lewre dem dema vê yekê ye ku gelê Kurdistanê bo parastina ew destkeftên ku bi qurbanîdan û xwîna hezaran zarokên vê gelî hatine bidestxistin biparêze jiber ku niha hîn jî plan û amadekariyên hin aliyan hene li dijî destkeftên gelê Kurdistanê.

Serok Barzanî eşkere kir  ku gelê Kurdistanê bo serxwebûn û xwedan îradeya xwebûn gelek qurbanî daye û qurbaniyên ku gelê Kurdistanê dane gelek zêdene û li cîhanê de jî ti kes serxwebûna xwe bi asanî bidest neaniye û qurbaniyên ku gelê Kurdistanê dane têrî sedan serxwebûnê dikin.

Serok Barzanî herwiha diyar kir ew kes û aliyên ku daxwaza paşde xistina referandumê dikin ti alternatîfeke wan tuneye û naxwazên referandum were lidarxistin lewre lazime gelê Kurdistanê li ser diyar kirina îradeya xwe biîsrar be.

Serok Barzanî derbarê biryara dohê ya parlementoya Îraqê de jî diyar kir ku ew biryara dohê li parlementoya Îraqê de hatiye derkirin nîşaneyeke girînge bo vê yekê ku li Îraqê hevbeşî û h evparî nemaye û dixwazin bi piraniya siyasî welat îdare bikin û em jî vê yekê qebûl nakin.

Serok Barzanî herwiha got: Liwir dixwazim ji parlementoya Îraqê re bibêjim ku mafê we nîne ti biryarek li ser îrade û çarenivîsa gelê Kurdistanê de bidin û hun nikarên îradeya gelê Kurdistanê bişkînin.

 

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.