Lavroz û Qralê Erebistana Siûdî hevdînek pêk anî

Lavrov li Siûdiyeyê behsa Sûriyayê kir
کوردستان TV
100%

 

Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov bi Qralê Erebistana Siûdî Selman Bin Ebdulezîz re hevdîtinek pêk anî.

Li gorî nûçeya ajansa fermî ya Erebistana Siûdî SPAyê, Qral Selman Bin Ebdulezîz li Cideyê li Qesra Selamê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov qebûl kir. Hat ragihandin ku wezîrê rûsî wekiltiya Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn kir û slavên wî gihandin Qral Selman.

Li gorî agahiyan di hevdîtinê da peywendiyên dualî yên herdu welatan hatin gotûbêjkirin û herwiha mijarên herêmî û yên navneteweyî hatin nirxandin.

Di civînê da Wezîrê Derve yê Siûdî Adil Cubeyr, Wezîrê Dewletê Îbrahîm bin Ebdulezîz Assaf, Nûnerê Taybet ê Pûtîn li Rojhilata Navîn û Efrîqayê Mihaîl Bogdanov û berpirsên din tevlî bûn.

Rojhilata navîn

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.