Berpirsê ewlehiyê DIŞIê hate kuştin

berpirsekî terorîstên DIŞIê hate kuştin
کوردستان TV
100%

 

Dijterora Kurdistanê di daxuyaniyekî de diyar kir ku berpirsê ewlehî yê terorîstên DIŞIê li Iraqê ji aliyê hêzên koalîsyona navneteweyî ve hate kuştin.

Dijterora Kurdistanê di daxuyaniya xwe ya li ser rûpelê xwe yê fermî de ragihand ku li gorî zanyariyên berdest, berpirsê ewlehî yê rêxistina terorîst a DIŞIê di êrişa hêzên koalîsyona navneteweyî de hat kuştin.

Li gorî daxuyaniya dijterorê berpirsê ewlehî yê DIŞIê li navçeya Huseybe ya bi ser wlayeta Enbarê ve di êrişa balafirên şer a koalîsyona navneteweyî de hatiye kuştin.

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.