Nasnameya beşeke zêde ji hevjînên terorîstên DIŞIê hat eşkere kirin

piraniya girtiyan xelkê Tirkiyeyê ne
کوردستان TV
100%

 

Zêdetir ji hezar û 400 hevjînên terorîstên DIŞIê hatine girtin.

Jêderek ji hêzên ewlekarî yên Îraqê ji Erebiye re diyar kiriye ku niha zêdetir ji yek hezar û 400 hevjîn û zarokên terorîstên DIŞIê di destê hêzên ewlekarî yên Îraqê dene.

Ew jêderê/ jêdera ku nexwestiye navê eşkere bike ji Erebiye re diyar kiriye ku ew 1400 jin û zarok niha di cîhekî de di bin çavdêriya hêzên ewlekarî yên Îraqê dene û lêkolîn û lêpirsîn ji wan tê kirin.

Herwiha Erebiye ji ser zarê vê jêderê diyar kiriye ku piraniya wan jin û zarokan xelkê Tirkiye û hin welatên yekîtiya soviyeta berê ne.

 

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.