Dixwazin Heskîfê û dîroka Kurdistanê di binê avê de bihêlin

dixwazin dîroka Kurdistanê ji nav bibin
کوردستان TV
100%

 

Ji bo rawestandina projeya Santrala Hîdroelktirîk ya Bendeva Ilisûyê ku dê li Heskîfê bê danîn, ji 50î komeleyê zêdetir li Stenbolê li hev civiyan û çalakiya bilindkirina deng bo Heskîfê lidar xistin.

Karûbarên Avê yê Dewletê di sala 1954an de projeyeke bi navê Santrala Hîdorelktirîk ya Bendava Ilisûyê dirûst kir û biryar da ku ev proje di sala 2019an de bi dawî bibe.

Li gorî dildarên Heskîfê ku ji bo rawestandina vê projeyê li Stenbolê çalakî li dar xistin, dema ev proje bê karîgerkirin wê li Heskîfê, ku xwedî raboriyeke 12 hezar salan e nêzîkî 250î kepel yanî girik, 50 şikeft û 199 warên niştecihî di binê avê de bimînin digel bi dehan wan mîrateyên çandî û dîrokî.

 Nûnerê Platforma Komeleyên Sertê û Dildarê Heskîfê Cabar Bariş da zanîn mesele ne tenê Heskîfê ye, mesele tevkujiya miletekî ye, qirkirina çand, hûner, kultir û hilweşandina dîroka wê ye.

Dîrok

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.