Amerîka vê rêzê ji biryara gelê Kurdistanê bigre

Amerîka ne li dijî serxwebûna Kurdistanê ye
کوردستان TV
100%

 

Hikûmeta Amerîkayê çiraya kesk bo serxwebûna Kurdistanê pê kiriye.

Rojnameya erebî Eşerq El Ewsetê ragihand ku birêveberiya DYAyê çiyara kesk ji referandûma serxwebûna Kurdistanê û serxwebûna wê re jî vêxistiye û dê roleke taybet bide kurdan li Rojhilata Navîn.

Li gel ku helwesta Serokê DYAyê Donald Trump teqeziyê li ser yekîtiya axa Iraqê dike jî, lê gotin û daxuyaniyên şêwirmendên Qesra Spî bi awayekî zelal destnîşan dikin ku Washington dê li dijî encamên referandûmê dernkeve û heta li gel daxwazên berdewamkirina diyalogê di navbera Bexda û Hewlêr de jî dê encamên referandûmê qebûl bike.

Li gorî nivîseke rojnameya Eşerq El Ewsetê, birêveberiya Trumpî ji ser de ragihandiye ku " rêzê li gelê Kurdistanê û têkoşîna wî ji bo serxwebûnê re digire" û spasiya hêzên pêşmerge kiriye ji bo şerê wan li dijî DIŞIê.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.