Berpirsê PDK'ê: Divê tenê alaya Kurdistanê hebe

ala Kurdistanê, serxwebûn
کوردستان TV
#56
100%

 

 Berpirsekî PDKê derbarê propagandayê referandûmê de bang li welatiyan kir, di dema propagandeya referandoma serxwebûnê de aramiya welatiyan xirab nekin û kesî eziyet nekin.

Berpirsê liqa 2 ya PDKê li Hewlêrê, Ehmed Kanî îro di civîneke rojnamevanî de ragihand, bi ti awayî nabe ew kesên ku tevlî çalakiyên propagandeya referandomê dibin, xelkê aciz bikin û aramiya wan xirab bikin.

Ehmed Kanî her wiha got, yên ku xwe dilsozên referandom û serxwebûna Kurdistanê dibînin divê rewş welatiyan li ber çavan bigirin û guh bidin şîretên Serok Barzanî û ti alayekî ji bilî alaya Kurdistanê hilnegirin. Çimkî hilgirtina amblem û alayên partiyan û posterên şexsan rast nîne.

Kanî bang li welatiyan kir pîvanan binpê nekin û got, yên ku xirabkariyê bikin yan jî qanûnan binpê dikin divê bên cezakirin.

Berpirsê liqa 2 ya PDKê anî ziman, hinek kes otomobîlên xwe bi alaya Kurdistanê dipêçin û got, ev karekî xelet e, yên ku vê yekê bikin ne ser bi rêxistinên PDKê ne.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.