9 part û aliyên siyasî yên Ereb piştgîrî dan referanduma serxwebûn

9 part û 76 eşîrên ereb yên Nînowayê piştgîrî dan referanduma
9 part û aliyên siyasî yên Ereb
کوردستان TV
100%

9 part û 76 eşîrên ereb yên Nînowayê piştgîrî dan referanduma serxwebûna Kurdistanê.

Li gel nêz bûna dema lidarxistina referanduma serxwebûna Kurdistanê, her ku diçe piştgîriyên şêniyên deverên Kurdistanî yên derveya îdareya Kurdistanê bo referandum û serxwebûnê zêdetir dibe.

Di vê çarçoveyê de îro 9 part û aliyên siyasî û herwiha 76 eşîrên ereb yên li deşta Nînowayê bi lidar xistina civîneke fermî diyar kirin ku ew bi her awayî piştgîriya referanduma serxwebûna Kurdistanê dikin û dixwazên deverên wan jî beşe bin ji Kurdistana serbixwe.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.