Amerîka wezîrê berê yê Tirk bi şikandina toleyên dijî Îranê tawanbar dike

Dozgerên Amerîkî êvara Çarşemê wezîrê berê yê aborî yê Tirkîyê,
Zafer Çaglayan
کوردستان TV
100%

Dozgerên Amerîkî êvara Çarşemê wezîrê berê yê aborî yê Tirkîyê, Zafer Çaglayan bi fermî tawanbar kir ku toleyên aborî yên ser Îranê şikandine.

Ji bilî Çaglayan, rêvebirê giştî yê berê yê Halkbank Suleyman Aslan û rêvebirên din jî bi heman sideman têne sucdar kirin.

Peywendiyên navbera Amerîka û Tirkiyê di demên dawî de aloz in û doza vekolîna şikandina toleyên aborî yên hember Îranê bibû sedema nerazîbûnên Tirkiyê.

Pêngava nû ya dozgerên Amerîkî wê rewşa aloz xirabtir bike jiber ku cara yekê ye nave wezîrekî Tirk, ku nêzî Serokomar Recep Tayyîp Erdogan e, wek navbeynkar û bertîlxwar dikeve nav belgeyên fermî.

Karsazê Turk yê bi eslê xwe Îranî, Riza Zarab ji sala borî vir ve li girtîgeheke Amerîka ye û bergumanê serekî ya bazirganîya zêranê ya bi Îranê ye, dema Amerîka toleyên aborî danabû ser wî welatî.

Li gor dozgerên Amerîkî, tevî ku li gor qanûna toleyên aborî qedexe bû, Çaglayan, Aslan û rêvebirên din bi karanîna sîstema darayî ya Amerîkî, bi buhayê mîlynan dolaran bazirganî li ser navê hikûmeta Îranê pêk anîne.

Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.