6 terorîstên DIŞIê xwe radestî hêzên pêşmerge kirin

6 terorîstên DIŞIê li gel xelkê Hewêceyê xwe radestî hêzên pêşmerge kirin.
terorîstên DIŞIê
کوردستان TV
100%

6 terorîstên DIŞIê li gel xelkê Hewêceyê xwe radestî hêzên pêşmerge kirin.

Li gel nêz bûna dema destpê kirina operasiyona azad kirina bajarê Hewêceyê, rojane hijmareke zêde ji xelk û şêniyên vê bajarê ji bajarê direvin û xwe dispêrin hêzên pêşmerge.

Di vê çarçoveyê de îro hijmareke zêde xelkê Hewêceyê xwe radestî hêzên pêşmerge kirin û piştî lêkolînên destpêkê derket ku 6 ji wan kesan terorîstên DIŞIê ne.

Li gor zaniyariyên berdest ew 6 terorîstên han xwestine bi navê awar û koçber xwe xelas bikin û xwe bigehînên deverên aram.

Du ji wan 6 terorîstan jin û 4 terorîstên din jî jinin û bo lêkolîn û birêvebirina prosesên din yên ewlekarî û dadwerî radestî aliyên têkildar hatine kirin.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.