Hilbijartinên Tirkiyê û Gelê Kurd

her du eniyên li Tirkiyeyê li ser daxwaza dewleta kûr hatine avakirin.
کوردستان TV
100%

Li Tirkiyê û Bakûrê Kurdistanê amadekariyên hilbijartinan berdewam dikin. Hilbijartin di 31. 03. 2024 dê bê encamdan. Di hilbijartinên Tirkiyê de, hejmarek partiyên siyasî beşdar dibin. Hemû partiyên sîyasî di dema beşdariyê de, rêbazên cûrecûr yên propagandeyê bikar tînin. Ji bilî Partiyên Kurdî, hemû partiyên Siyasî yên “Dewletcî” li ser bingehê nijadî û olî propagandeyê dikin.

Partiyên Tirk û Dewletçî, wek 2 eniyan hatine dabeş kirin. Ev dabeşkirine ne li ser daxaza wan pêk hatiye. Di rastiyê de her du enî jî,  ku wek Cumhûr û Mîllet hatine binav kirin,  li ser daxwaza “Dewleta Kûr”  hatine avakirin.

Enîya Cumhûr: Serkêşîya Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdoğan de hatiye avakirin. Hejmarek Partiyên sîyasî ku Muhefazekarin û Nijadperestin, cîh digrin.  Di vê eniya Muahfezekaran de partiya Nîjadperest MHP bi cîh kirine. Ev eniye Cumhur bingeha xwe ji salên 1960 an serdema Menderes digre ku heta evro ev eniye berdewam di dereca yêk de Hikûmetê rêve dibin. Her çend kemalîstan derbeyên leşkerî encam dabe jî, lê dîsa her ev tayfeya Muhafezekaran dewleta Tirkiyê rêvebirin. Mesela: Menderes, Suleyman Demîrel, Turgut Ozal, Türkeş, Erbakan û heta R. T. Erdogan ev serokên Tirkan berdewam di yêkem astê de Serok û Serokwezirên Dewleta Tirk bûne. Vê Eniyê bi fermana Dewleta Kûr de car caran Çepgir Wek Ecevît digirtin nav Hikûmeta Koalisyonê. Lê bes ji bo demek kurt ev siyaset rêve dibirin. 

Li Tirkîyê bingeha Muhafezekaran her ji destpêka avabûna Komara Tirkiyê heta niha heye û piştî salên 1960ê de, wek partî xwe birêxistin kir û niha jî bi Rêbertîya Erdoğan ji herdemê bihêztir e. Civaka vê Eniya Cumhûr destek dike, piranî tarîqatên îslamîne ku di dema desthilata CHPê de hatibûn qedexe kirin. Ev teriqatene, nîjadperstên Tirk û İslamîne. Bi navê Îslamê-Tirkitiyê hemû çalakiyên xwe li Bajarên Bakurê Kurdistanê rêvedibin. Di, rastiyê çi dema dewleta Tirkiyê bixweze van grupan destek dike û li dijî Bizava Aziya Kurdistanê bikar tîne. Lê dema karê wan bi wan xelas bû, disa hemûyan bêdeng dike. 

Mesela: Li dijî Îsrailê çî çalakiyek were encam dan, yêkem çalakiyên xwe li Amedê û Batmanê encam didin. Her wiha rê û resmên ayîni li Amedê û bajarên din yên Kurdan rêvedibin. Çima ev çalakiye ne li bajarên Tirkan, yên Kurdan tên encam dan? Çima Ev çalakiyene jibo gelê Kurd yê Başûr wek babetek Piştgiriya Referandumê nehat encamdan. Hetta berovajî van grupên Îslamî li bajarên Kurdan li dijî Referandumê meş rêxistin kirin. Ka temaşeyî Partiyên Çep û Rastê Tirkan bikîn:  

Enîya Millet: Ev Eniye, ji aliyê Dewleta Kûr ve hatiye avakirin ku balansa Çepgiran di nav vê eniyê de radigire. Lê veqetiya Partiya Nijadperest (her MHP ye ) bi navê IYI Partî hatiye, di vê eniyê de,  cêbicêkirine. Her wiha hemû çepgirên Kemalist bi navê Sosoyalizmê û Komonizmê, di vê eniyê de komî ser hev kirine. Her ev eniye jî di serî de ka dê çawa Bizava Azadiya Kurdi têk bibin hatiye avakirin. Ka dê çawa Kurdan asimile bikin hatiye avakirin. Xala balkêş ewe ku her du eniyên Partiyên  Tirkan li dijî Kurdan wek Mertalekê disekinin. Dema babete kurdî, mafê gelê Kurdistanê be, derdikeve pêş, herdû Eniyên Tirkiyê, dibin yêk deng û yêk reng.

Eniya Cumhûr di bin navê îslamê de gelê Kurd radikêşe nav eniya xwe, eniya Millet jî di bin navê mafê mirovan û azadiya kesan de, radikêşe nav eniya xwe. Dema dibe Navê Kurdistan û Axaftina Kurdi di parlamenê de: Zimanê ku nayê Zanîn “X” bi nav dikin û dibêjin Kurdistan tine ye. Çep û Rastê wan di babeta Înkara Kurdan de, tinekirina Kurdan de, li dijî hemû destkeftên wan yên hemû perçeyên Kurdistanê hev deng û hev ahengin. Li Kîjan devera Cîhanê behsa Mafê gelê Kurd were kirin li dij derdikevîn. Li Başurê Kurdistanê roja Evro de bi xwîna sedhezaran şehîdan, xebata pêşmerge ya nezî sed salane, herêmek Fermî li gorî zagonên nav dewletî hatiye saz kirin ku navê wê yê fermî “Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye” hemû cîhan nasdike û fermîye û desturî ye. Lê Rayadarên Dewleta Tirkiyê heta evro jî navê wê “Iraqa Bakûr” bikar tîne. Her dû Eniyên Tirkîyê jî li ser vê gotinê bi israrin û naxwazin ev herêma Kurdistanê hebe. Di Naveroka kîtabên xwe yên fermî de jî Bakurê Iraqê ango Iraqa Bakûr binav dikin. Di Ragihandina xwe de jî, qedexe kirine ku navê Kurdistan were bikar anîn.

Li hemberî vê înkara Tirkiyê pêwiste çi were kirin: Kurd yêkitîya xwe saz bikin û bersivek dîplomatik hebe. 

Nabe Navê Te fermî Komara Tirkiyê be: Ez ji te re bêjim “Komara Anadolê”

Nabe Navê min fermî Hikûmeta Herêma Kurdistan be tu bêjî “Iraqa Bakûr”

Ev têgeheştina desthilata Tirkiyê: Ne raste û dereweke mezine ku bêje “Kurd Birayên me ne”.

Di nav Eniya Millet de (xwedê giravî Çepgir û Demokratin) İYİ Partiyê (Veqetiya MHPê ye) ne hiştin Kurd di nav vê eniyê de cîh bigrin. MHP ya Nijadperst dibêje: Kurd nîne Kurdistan jî tineye. Nav Eniya Millet de, Iyî Parti jî dibêje: Kurdistan Tineye û Başurê Kurdistanê jî “Türkmen Eliye” pêwiste navê Kurdistan were xerakirin.

Her wiha di nav Eniya Cumhûr de jî MHP ya Nijadperest: ne hişt Kurd di nav vê eniyê de cîh bigrin. Kurd derveyî eniyên xwe hiştin daku sernekevin.

Lê Kurdan jî rêya “Îtifaqa Demokratîk” avakirine ku hin partiyên çepgir, di nav de cîh girtine ku wek Xeta Sêyem ji bo xwe hilbijartine. Di vê Eniyê de jî cepgirin kemalist hene ku bi nehênî li dijî destkeftên Kurdistanê ne. Lê Hejmara Kesayetên Kurdperwer pirtirin û çi di parlamenê de be çi jî derveyî parlamenê be, xwedî doza azadiya Gelê Kurdistanê derdikevin. Ev sal em dibînin xeta Kurdewarî, rêbaza Kurdistan, xwedî derketina çand, ziman û dîroka Kuristanê, di eniya Kurdistana Bakûr de pêşketiye. Li Bakurê Kurdistanê eger Gelê Kurd, xurt, yêkgirti û bi hestên Kurdewarî derbikevin, qada sîyasetê dibe ku “Pêvajoya Aştiyê” ji nû ve were destpêkirin.

Di vê xebata hilbijartinê de, pêwiste welatiyên Kurd: dengê xwe bide wan kesan ku Kurdperwer bin, xwedî zimanê xwe, mafê azadiya xwe, dîroka xwe û nasnama xwe xwedî derkeve.  Eger ev kesene werin hilbijartin dê bikarin giringiyê bi zimanê kurdî bidin, navên bajar, qeza, nahîya û  gundên kurdan vegerînin, navên coğrafyayê ku guhartine dîsa bikin kurdî. Navên kolan û şeqeman, parkan navên Kurdî û kesayetên Kurd lêbikin. Her wiha, giringî bidin şano, sinema, dîroka Kurdistan ê. Hemû xebata wan ji bo rêbaza Kurdistanê be, wek hevî û azadiyan mirovan be. Ev kesayetêne hêjane bibin nûnerên gelê xwe û werin hilbijartin.

Dennis Dargul

 

 

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.