Gel bi ala xwe naskirnî ye, di her korbendekê yan civînekê de, alên hildayî nîşan û nasnameya her beşdarbûyekî didin naskirin, rast e em kurd nebûn xwedî welatekî serbixwe, lê em xwedî xak, al, gel û nasname ne, divê em pê ve werin girêdan da ku hizkirin û dilgermî zêde bibin, wan hest û nestan radestî nifşekî din bikin.
Di 17ê Berçileya 1990 de, ala Kurdistanê tê bibîranîn, ku Perlemana Herêma Kurdistanê, weke roja Ala Kurdistanê li hemû deverên herêmê destnîşan kiriye. Di sala 1992yan de jî weke sembol û ala Herêma Kurdistanê bi fermî hatiye ragihandin. Di her salekê de kolan, tax, bajar, bajarok û gund bi hildana ala Kurdistanê dixemilin.
Kesên welatparêz, li her çar perçeyên Kurdistanê, û li revenda kurdî li Ewropa, parzemîn û welatên din, roja Ala Kurdistanê pîroz dikin, ji raya giştî re didin naskirin ku ala welatekî bindest û dagîrkirî ye, û ji mafê 50 milyon kurd e bi welatekî serbixwe şa bibin.
Çawa em ê vê alê ji xwe re weke sembol nebînin, û li Komara Kurdistanê li Mehabada Rojhilatê Kurdiatnê sala 1946an hatiye hildan, rêber û serokê komarê şehîd Qazî Mihemed, radestî Mela Mistefayê Barzaniyê nemir kiriye, ew jî li ser parastina alê berdewam kiriye, bi hezaran pêşmergeyên dilsoz canê xwe kirine qurbaniya xaka pîroz di bin alê de şehîd bûne, û bûye nîşana her şoreşekê di Îlon, Gulan, Raperîna 91ê û bi dehan hewlên rizgarîxwaza Kurdistanê de, ta bi fermî li Herêma Kurdistana azad, piştî hin destêwedan hatiye kirin, hatiye pesendkirin.
Ka hinekî em li ser reng û wateyê wê rawestin, ji jor ve, rengê sor, nîşana xwîna şehîdan xebata ji bo azadî, rûmetî û serbestiyê ye. Rengê kesk, nîşana siruşt û xwezaya Kurdistanê ye. Rengê zer nîşana jiyan û jêdera mirovan e, 21 têrîjên rojê di naverasta alê de nîşana 21ê Adara sersala kurdî û Newroza kurdî ye. Rengê spî nîşana aştî û wekheviyê ye.
Erk e, li ser welatparêzekî xwedî li vê alê derkeve, dîroka wê baş nas bike, û hizkirina wê berdasî dilê zarokên xwe bike tê de biçîne, erkekî mezin li pêş revenda kurdî ye ku cîhanê bi vê alê bidin nasîn û naskirin, pişt re êş û derdeseriya gelê kurd, stembarî û zordariya ku hatiye serê wî gelî bibin wane û pênasîn berbelav bibin.
Roja Ala Kurdistanê li gelê kurd pîroz dikin, bi hêvî ne roja ku serok Mesûd Barzanî û niviyên Barzaniyê nemir ên ciwan her du birêz Nêçîrvan Barzanî, serokê herêmê, û Mesrûr Barzanî serokê hikûmetê, ala pîroz berev Kurdistan mezin bibin, bibînin û li ser her bajarekî dagirkirî hildin, û çavên Kurdistaniyan pê geş bikin.
Şêxo Efrînî