Çi ji nimêja mizgefta Emewî hat?

welatên beşdar di qirîza Sûriyeyê de bi erzanî karta Kurd li hember Tirkiyeyê ji dest nadin.
کوردستان TV
100%

Rêkeftina Îbrahîm yaku di serdema desthilatdariya Trump de, di navbera Îsraîl û welatên Erebî de bo normal kirina têkiliyên navbera Îsraîl û welatên Erebî hat îmzekirin, bandoreke gelek mezin li ser siyaseta welatên Rojhilata Navîn kir.

Yek ji wan welatan ku kete bin bandora rêkeftina han, Tirkiyeye.

Tirkiye ku di destpêka şerê navxweyî ya Sûriyeyê de qala vê yekê dikir di nava 25 seatan de dikare biçe heta Dîmeşqê dagîr bike û li mizgefa Emewî ya li Dîmeşqê nimêjê bike, hem jiber rêkeftina Îbrahîm û him jî jiber rewşa navxweyî bi taybetî qirîza darayî, giranî û bêkarî, neçar ma dest bi guhertinên mezin di siyaseta xwe ya derve de bike.

Di destpêkê de Tirkiye xwest, bi rêya DIŞIê dewleteke îslamî li Sûriyeyê bi taybetî li Bakûrê Sûriyeyê ava bike, lê xelafeta DIŞIê ji aliyê Kurd ve hate tune kirin, lewre Tirkiye bû dijminê Kurd li Sûriyeyê.

Pişt re Tirkiye xwest bi rêya kom kirina paşmayiyên DIŞIê û komên din yên cîhadî dewleteke din ya cîhadî li vê herêmê ava bike, lê vê carê jî hem Kurd, him Sûriye û Rûsye, li gel Îran û Amerîkayê derbeke dijwar li vê plana Tirkiyeyê dan.

Niha Tirkiye piştî zêdetir ji 11 salan dijminatî kirina Esed, û domandina dijminatiya Kurd, gava dît ku pêvajiya Astana û Viyenayê ti encam nade, siyaseta xwe ya li hember Sûriye û koma cîhadî ya opozîsyona Sûriyeyê guhert.

Tirkiye heta beriya mehekê hem dijminatiya xwe ya li hember Kurd li Sûriye di bin navê şerê dijî PKK û pêşî girtin ji ava kirina herêmeke Kurdî bi gotina Erdogan kirîdora terorê û him jî hewlên xwe yên bo guhertina desthilata Sûriyeyê didoman, lê piştî civîna sê alî ya li Tehranê û hevdîtina navbera Erdogan û Putin ya li Soçî, Erdogan siyaseta xwe guhert, helwesta xwe ya li hember Kurd tundtir kir, êrîşên Tirkiyeyê yên dijî Kurd berfiretir bûn lê li hember rejîma Dîmeşqê, Tirkiye 180 derece siyaseta xwe guhert û pişt li koma cîhadî ya opozîsyona Sûriyeyê kir.

Tirkiye dixwest operasiyoneke din ya leşkerî li Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê bike, daku herêmên Kurdî bi temamî dagîr bike û koma cîhadî ya opozîsyonê li wan herêman bike serdest, lê hem Rûsye, Îran û Şam li dijî operasiyonê lihev kirin û huşdarî dan Tirkiyeyê û him jî di navbera Amerîka, HSD û HSD, Îran, Rûsye û Şamê de bo bersif dana Tirkiyeyê rêkeftineke nû hate îmzekirin.

Jiber vê çendê Tirkiye zanî ku vê operasiyona vê carê ne weke operasiyonên berê be, lewre di şûna leşkerkeşiyeke bejahî dest bi topbaran û bordiman kirina herêmên di destê HSDê de kir.

Herwiha Erdogan jiber zextên Putin û Îranê herwiha li hember bihêz bûna pêgeha Îsraîlê li deverê de, piştî normal kirina têkiliyên xwe yên li gel Siûdiye, Îmarat, Îsraîl û Ermenistanê, niha jî pişt li opozîsyona cîhadî ya Sûriyeyê kiriye û dixwaze têkiliyên xwe yên li gel Esed normal bike.

Erdogan bi vê guhertina sosret ya siyaseta xwe çend armancên xwe hene, yekem; Dixwaze ji qirîzên navxweyî yên Tirkiyeyê hinek barê xwe sivêk bike daku bikarêbe di hilbijartinan de dîsan serkeftin bidest bîne. Duyem; Erdogan dixwaze bi normal kirina têkiliyan li gel Sûriyeyê, çawe xwe ji Hemas û Felestîn û  herwiha ji Exwanên Misirê rizgar kir, bi vê rengî jî bargiraniya komên cîhadî yên opozîsyona Sûrî li ser abûrî, civak û siyaseta xwe hilde aliyekê.

Sêyem: Erdogan dixwaze bi rêya normal kirina têkiliyan li gel Sûriyeyê dixwaze bi hevbeşî li gel Şamê, li dijî herêmên Kurdî û ava bûna statîkoyeke Kurdî operasiyonê bike.

Tişta xuyaye eve ku ne Amerîka, ne Sûriye û ne jî Rûsye naxwazin karta Kurd li Sûriyeyê li hember Tirkiyeyê bi erzanî ji dest bidin, lewre operasiyona hevbeş ya Sûriye û Tirkiyeyê dijî herêmên Kurdî, dibe xeyal bo Erdogan. Lê hem Amerîka, Sûriye û him jî Rûsye hewl didin bi dana sozan, wisa li Erdogan bikin daku bi temamî pişt li komên cîhadî yên opozîsyona Sûriyeyê bike daku, rejîma Şamê bikaribe Îdlib, Ezaz û Cerablus dîsa bixe destê xwe.

Di rewşeke wisa de, ev komên cîhadî yên ku Tirkiye 11 sale piştîvaniya wan dike û ev pirçek kiriye, vê li dijî Tirkiyeyê bibin karteke bihêz û werin bikaranîn ku ev jî rê liber derketina şerê li Tirkiyeyê xweş dike.

Di nava 11 salên derbasbûyî de tişta ku Tirkiye dixwest li Sûriyeyê bidest bîne, nikarî bidest bîne, lewre niha dixwaze bi rêya normal kirina têkiliyan li gel Esed hin tiştan bidest bixe, lê bo ku, Tirkiye hin tiştan bidest bîne, lazime gelek tiştan ji dest bide. Tiştên ku Tirkiye vê ji dest bide, karta opozîsyona cîhadiye li dijî rejîma Şamê, hilweşandina rêkeftina Adana, nehêştina pêgeh û hêzên leşkerî yên Tirk li Sûriyeyê, ketine rojeva vegerandina parêzgeha Hetayê bo Sûriyeyê û ji dest dana baweriya komên îslamî yên radîkale li hember Tirkiyeyê ku ev jî di warê siyaseta navxweyî de dibe derbeke dijwar bo desthilata AKP di hilbijartinên 2023an yên Tirkiyeyê de. Ji xwe zêdetir ji hefteyekê ye ku, opozîsyona cîhadî ya li Sûriyeyê li dijî Tirkiye û artêşa Tirkiyeyê ya li Sûriyeyê dest bi xwepîşandan û şewtandina alaya Tirkiyeyê kiriye. Opozîsyona cîhadî ya Sûriyeyê bi vê yekê hesiyaye ku Tirkiye weke hemas, cemal Qaşiqçî û komela Exwan Mûslêmîn, pişt li wan jî bike.

Erdelan Goran

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.