Spaha Pasdaran bizmareke din li tabûta rejîma Îranê da

îtlaata Îranê eger xwedan karîn baya Rojnameger û sîxora Îsraîlî nedikarî bibe Şêwirmenda Xamneyî.
100%

Şeva 13ê Adarê spaha pasdaran ya Îranê di çarçoveya hewlên xwe yên têkderane li deverê de, bi 12 mûşekên cureya Fatih êrîşî ser cîheke medenî li Hewlêra payetext kir û xweşbextane ev êrîşa han ti zirareke canî li pey nebû.

Hincetên Îranê bo êrîşa han her çend ji rastiyê gelek dûrin, lê nîşaneya vê yekêne ku Îran jî li ser asta navxweyî rastî nakokî û aloziyên gelek mezin hatiye, tirsa ji dest dana hejmûna xwe ya li Îraqê seraserê rejîmê girtiye.

Spaha pasdaran û çapemeniya bikirê girtî ya spahê qala vê yekê dikin ku jiber hebûna navendeke Îsraîlê ev êrîşa han pêk anîne û armanca xwe jî pêkane. Wezareta derve ya Îranê jî dibêje jiber çalakiyên partiyên Kurdî yên dijî rejîma Îranê ev êrîşa han pêk anîne û balyozê Îranê yê li Bexdayê jî dibêje ev êrîş ne bo ser Konsulusxaneya Amerîkayê bûye.

Ev her sê daxuyaniyên cuda yên rayedarên Îranê, nîşaneya direw kirina rejîmê, spaha pasdaran û herwiha bûna alozî û nakokiyên gelek mezine di nava rejîma Îranê deye.

Îran şerê Îsraîlê nake û nikare şereke wisa jî bi carî bike, jiber ku Îran ne di warê siyasî, ne diwarê abûrî, locistîkî, serbazî û însanî de ne xwedan karîne ku ev şerê hanê bike, lewre bi çê kirina aloziyan û kiriyarên terorîstî li deverê de dibêje ez şerê Îsraîlê dikim.

Îran eger xwedan karîn baya bo şerê dijî Îsraîlê, spah û îtlaata Îranê eger bihêz bana, vê demê Rojnamegera Îsraîlî ya bi esil Brîtanî Katrina Şekdem nedikarî di demeke kurt de xwe bigehîne Rêberê Îranê û bibe Şêwirmenda sereke ya Xamneyî û sîxorî ji 100 rayedarên Îranî di nava Îranê de bike.

Mebesta min eve ku bêjim hincetên rejîma Îranê bo êrîşê direwin û dûrin ji rastiyê, ev cîhê ku hatiye bordiman kirin jî cîheke medeniye û di warê aqilê siyasî, leşkerî û ewlekarî ve jî ev cîha han bo ku bibe navendeke leşkerî anjî ewlekarî ne goncawe.

Armanca Îranê ji êrîşa han sê peyamên serekîne ku ewin

Zext kirin li partiya demokrata Kurdistanê daku şertên aliyên şîe yên ser bi Îranê bo ava kirina hikûmeta nû ya Îraqê û hilbijartina Serokkomariya Îraqê qebûl bike. Îran dizane rêkeftina sune, partiya demokrat û Sedir, pêngaveke serekî û girînge bo lawaz kirina pêgeh û bandora Îranê li Îraqê de, Îran dixwest bi êrîşa han PDK neçar bike daku pişt  li Sune û Sedir bike û destê xwe bixe destê aliyên şîe yên ser bi Îranê.

Îran xwest bi êrîşa han vê peyamê bide hikûmeta herêma Kurdistanê ku Îran qebûl nake ku hikûmeta Kurdistanê di warê enerjî de bi taybetî gaza xwezayî de bi awayeke serbixwe tevbigere û karta çavkaniyên enerjiyê bikar bîne. Jiber ku bikar anîna kartên enerjiyê ji aliyê hikûmeta herêma Kurdistanê ve, di warê enerjiyê de li ser asta cîhanî dibe sedema lawaz bûna pêgeha Îranê.

Peyama sêyem ya Îranê ji êrîşa han bo Amerîkayê bû, Îran bi êrîşa han xwest cureya nû ya mûşeka Fatih bicerbîne û bi vê awayî ji Amerîkayê re jî bêje ku binêre ez dikarim navnedên te yên li deverê bordiman bikim, lê bordiman nakim were bila bihev re rûnin û rêkeftineke nû yku li gor berejwendiyên Îranê ve, bi taybetî derbarê bernameya etomî de îmze bikin.

Spaha Pasdaran bi êrîşa xwe ya terorîstî, di rastî de mismareke din li tabûta rejîma Îranê da, jiber ku Amerîka û welatên Rojavayî dixwestin jiber dorpêçên ser Rûsyeyê, li gel Îranê rêkeftinek îmze bikin û dorpêçên ser petrola Îranê hilweşînin daku Îran petrolê bişîne bazarên cîhanî. Lê êrîşa han netenê bû sedema rawestandina danûstandinan belku bû sedem daku, Senatorên Amerîkî û rayedarên mezin yên gelek welatên beşdar di danûstandinên Viyenayê gefa vê yekê bikin ku nabe ti rêkeftinek li gel Îranê were îmzekirin û eger rêkeftin were îmzekirin vê ev li dijî rawestin û nepejrînin.

Ji aliyeke din ve ev êrîşa han ya terorîstî destkefteke mezin bi xwe re bo Kurdistan û Îraqê anî û Amerîka û hevpeymaniya cîhanî neçar kir ku dest bi hewldan bo dabîn kirina sîstema dije mûşekî ya seraserî bo Îraqê bikin. Dabîn kirina sîstemeke wisa bo Kurdistan û Îraqê jî destkefteke gelek mezin ya siyasî û leşkeriye.

Bi kurtî weke çawe di bûyera xistina balefireke medenî ya Ukraynî, Îran wisa hizir dikir ku jê hatiye û xwedan hêze, lê pişt re fêm kir ku mezintirîn şaştî  kiriye, û jiber vê bûyerê ketiye bin bareke gelek dijwar ya qeran û rastî şermezariyeke mezin ya cîhanî hatiye, vê carê jî di êrîşa ser Hewlêrê de spaha Pasdaran wisa hizir kir ku, jêhatiye û kareke gelek baş kiriye, lê nizanî ku bi êrîşa han heybet, mesdaqiyet, (rastgûyî) û karîzmaya rejîm û spahê ji nav biriye. Ji bilî vê jî ev êrîşa han bû sedem ku di warê abûrî de dorpêçên ser Îranê werin dirêj kirin ku ev jî derbeke dijwar ya siyasî û abûriye bo Îranê û pêngaveke girînge bo ji nav birina rejîma Îranê û spaha Pasdaran.

Erdelan Goran

Kurdistan
دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.