Çarenivîsa Yekîtiya Soviyetê dibe destkeftiyê mezin yê şera heyî bo Putin

şerê dijî Ukraynayê bûye sedema afirandina metirsiyên mezin û nû li dijî Rûsyeyê û eger heye li Asyaya navîn komên radîlak yên îslamî liv û tevgerên xwe yên dijî Rûsyeyê destpê bikin.
100%

Ev 8 roja Rûsye dest bi şerê dijî Ukraynayê kiriye û şer di roja xwe ya 8an de berdewame.

Hîn jî nediyare gelo danûstandinên navbera Rûsye û Ukraynayê bo ragihandina agirbestê dibin sedema dawî anî bi şerê heyî an na? tişta tê xuyakirin ewe ku ne Rûsye û ne jî Ukrayna bidil danûstandinê nakin û her yek ji wan xwedan armancên taybete ji şerê han.

Putinê ku digot em naxwazin Ukrayna bibe endamê NATOyê, dest bi êrîş kirine ser Ukraynayê kir, lê ne dizanî ku bi dagîr kirina Ukraynayê dîsa dibe cîranên du welatên din yên endam di NATOyê de. Lewre dema Putin bi vê yekê hesiya armanca xwe ji şerê guhert û ragihand ku ev dixwazin Ukrayna ji destê Naziyan rizgar bikin, dema derket ku îdareya Ukrayna ji ya Rûsyeyê demokratîktire, dîsa Putin armanca xwe guhert û ragihand ku em rê nadin Ukrayna bibe xwedan çekên etomî.

Ev guhertina armancan ji aliyê Putin ve nîşaya vê yekêne ku Putin di şerê han de rastî bi ba çûna xelayên xwe hatiye jiber ku Putin wisa hesab dikir ku di nava 48 seatan de dikare Ukraynayê dagîr bike û pêgeha xwe bihêztir bike û xwe bigehîne sînorên nêzî Ewrûpayê. Herwiha Putin ti carî hesaba vê yekê nekiribû ku hem li ser asta navxwe ya Rûsyeyê de rastî xwepîşandan û bertekên girseyî were û him jî li ser asta cîhanî rastî ev dorpêçên berfire û biêş were.

Putin bi destpê kirina şerê kete nava xefekê de ku tê payîn çarenivîsa Rûsyeya Putin bike weke çarenivîsa Yekîtiya Soviyeta berê.

Ji bilî tevahiya wan, berxwedana bêhempa ya artêş û gelê Ukraynayê tiştek bû ku Putin ti carî liber çav negirtibû û wisa dizanî ku bi asanî dikare artêşa Ukranayê ji nav bibe û vê welatî dagîr bike, lê wisa neçû serî, berxwedana artêş û gelê Ukraynayê ne tenê bû sedem ku artêşa Rûsyeyê rastî şikesteke mezin were belku bû sedem ku li ser asta cîhanî hevpeymaniyeke siyasî û abûrî li dijî Rûsyeyê were avakirin.

NATO û welatên Rojavayî her çend bi awayeke raste rast heta niha beşdarî şerê nebûne, lê piştî berxwedana Ukrayniyan dîtin, hem di warê siyasî û him jî di warê darayî û leşkerî de piştîvaniyeke gelek bihêz dan Ukrayna û ev piştîvaniyên han jî bûne sedema ketina moralên leşkerên Rûsî û bihêztir bûna artêşa Ukraynayê.

Derxistina Rûsyeyê ji sîstema cîhaniya Siwft, dest danîne ser pereyên bankayên Rûsî bi taybetî bankaya navendî, daxistina asmana piraniya welatên cîran bi ser Rûsyeyê, danîna dorpêçên abûrî û siyasî li ser Putin û kesên derdorê wî û cemdandina liv û tevgerên abûrî li ser asta cîhanê li gel Rûsyeyê û derxistina Rûsyeyê ji konseya Ewrûpayê, tiştên kujer bûn ku Putin hesaba wan nekiribû. Di encama wan dorpêçan de zêdetir ji 600 miliyar dolar pereyên ku bo karûbarên leşkerî û berevanî ji aliyê Rûsyeyê ve hatibû dabînkirin, hatiye destbiserkirin ku ev jî derbeke dijware ku li Rûsyeyê hatiye xistin.

Ji wan jî zêdetir Netewên Yekgirtî proje qanûna mehkûm kirina êrîşên Rûsyeyê pejrand û dadgeha navnetewî jî dijî Putin bi hinceta tawana cengî doz daye destpêkirin, ev derbên dijwarin ku li Putin hatine xistin, lewre mirov nikare bêje heta niha Putin di şer û armancên ku ji bo bides xistina wan şer daye destpêkirin serkeftî bûye.  Herwiha di warê leşkerî de jî artêşa Rûsyeyê nikariye heta niha weke pêwîst pêşrewî bike.

Êrîşa Rûsyeyê bo ser Ukrayanê heta niha ti destkeftek nexistiye destê Putin beruvajî bûye sedema şikandina heybeta Rûsye, artêşa Rûsye, darimîna borseya Rûsye û lawaz bûna abûriya vê welatî, herwiha ev şerê han bûye sedemê afirandina derfetê bo komên radîkal yên li welatên îslamî li Asyaya navîn bo ku hêdî hêdî xwe bi tevger bikin û li dijî artêşa Sosiyalîst ya Rûsyeyê dest bi êrîşên xwe bikin û ji aliyeke din ve jî Taliban ku hevsînorê Rûsyeyê ye weke metirsiyeke din  ya mezin bo ser Rûsyeyê di kemînê deye û li pey derfetên goncaw digere ku dijî artêşa Rûsyeyê dest bi tole stendinê bike.

Li hember de ev şerê han bûye sedem ku Ukrayna gelek destkeftin mezin bi dest bixe, raste bûye sedema kuştina xelkê Ukrayna û wêran kirina vê welatî lê, li ser asta cîhanî hevpeymanî û hevsoziyeke gelek bihêz li gel Ukraynayê hatiye avakirin, rixmî vê jî bûye sedema derketina hewldanên pir alî bo pirçek kirina artêşa Ukraynayê û di pêşe rojê de jî dibe sedem ku Ukrayna daxwaza qerebû kirinê ji Rûsyeyê bike û Rûsye neçar dibe ku pereyeke gelek zêde weke qerebû bide Ukraynayê.

Ev şerê han herwiha bûye sedema têkçûna rêkeftinên werke rêkeftina Minîsk û Montro ku Rûsye gelek bi wan pişt gerim bû, têkçûna wan rêkeftinan jî vê zirarên gelek mezin bigehîne Rûsyeyê.

Rûsyeya ku niha di encama şerê han de li ser asta cîhanî bi tenê hatiye hêştin, bi êrîşên xwe dijî Ukraynayê, gelek hevsengî li dever û cîhanê de guhert, mînak Almanya ku heta niha weke hêzeke razayî di nava gelek kêşe û hevsengiyan de roleke pasîf hebû, vê carê ji xev rabûye û piştîvaniya Ukraynayê dike û NATO ku heta niha gelek bi kêmî girîngî dida endamên xwe yên eniya Rojhilat ji niha û pêde gelek girîngî bide wan endaman û hêzên xwe li wan deveran zêdetir bike û pêgeha xwe bihêztir bike ku ev yek jî dîsa metirsiyeke gelek mezine bo ser Rûsyeyê. Jiber wan sedeman mirov dikare di dawî de bêje heta niha Rûsye di şerê han de rastî şikesteke siyasî, abûrî û leşkerî hatiye û rixmî wan şikestan jî, bi destpê kirina şerê han, Rûsye bi destê xwe çend metirsiyên din yên mezin bo xwe afirand. Lewre tê payîn ku şerê hanê vê Rûsye û abûriya Rûsyeyê bixe nava çarenivîsek weke çarenivîsa salên dawî yên desthilatdariya Yekîtiya Soviyetê.

Erdelan goran

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.