Gefên guhertina demografiya Rojava û armancên Tirkiyeyê

Tirkiye dixwaze li deverê de xelafeteke îslamî li ser esasê îdeolojiya Exwan muslimîn ava bike.
Erdelan Goran
100%

 

Serdema vê ku em li ser kî anjî kîj alî li Rojavayê Kurdistanê çi kir, şaşîtî kir, anjî qencî kir an na? nîqaş bikin nemaye, jiber ku kêr gehêştiye hestî û dijmin bi yek çav li rewşa giştî dimêzîne. Li berçavên dijmin Kurd heye û dijmin dijminatiya gelê Kurdistanê dike û nabêje ev partî başe û ev partî xirabe. Armanca serekî ya dijim ji nav birina Kurdan û destkeftiyên Kurdane.

Tirkiye ku dijminî herî radîkal ya gelê Kurdistanê ye, bi hinceta YPG û PKKê, li gel cîhadiyên îslamî êrîşî ser Rojavayê Kurdistanê kir, û dibêje me ti pirsgirêk li gel Kurdan nîne belku li gel YPG û PKKê heye. Ev gotineke kilasîk û xapînok ya Tirkiyeyê ye ku zêdetir ji 100 salaye tê bikaranîn. Armanca serekî ya Tirkiyeyê weke ku rayedarên Tirkiyeyê car car bi eşkere behsa vê dikin ew ku rê nedin Kurd li deverê de bibin xudan maf û destkeftan û box we îdareya xwe bikin.

Di dema refrandoma serxwebûnê de ya di 25ê Îlona 2017an, Erdogan û rayedarên din yên Tirkiyeyê heman gotin bikar dianîn û digotin me ti pirsgirêk li gel Kurdan nîne belku li gel wan kesan heye ku daxwaza serxwebûnê dikin. Heman ev siyaseta li hember refrandomê, îro jî li Rojavayê Kurdistanê tê meşandin. Bo cîhbicîh kirina pilan û siyasetên han Tirkiye bi hevbeşî li gel DIŞI û cîhadiyên din yên terorîst êrîşî ser Rojavayê Kurdistanê kir û çend deverên Rojavayê dagîr kir.

Piştî dagîr kirinê, niha Tirkiye behsa bicîh kirina 1 miliyon koçber ku piraniya wan kesûkarên cîhadiyên terorîst û terorîstên DIŞIê ne, li deverê dagîrkirî de dike.

Armanca Erdogan ji vê pilana han wejandina kembera Erebiye ku di demê xwe de li Bakûrê Rojavayê Kurdistanê hatibû çê kirin, niha Erdogan dixwaze heman kemberê bi şêwazeke din ya nû di çarçoveya nasnameya Tirkmanî û îdeolojiya Exwanî ( exwan muslêmîn) de bide awakirin.

Armancên Erdogan ji vê pilana han gelek zelalin, armanca yekem ji nav birina destkeftiyên gelê Kurd ,tune kirina Kurd li deverê, ji holê ra kirina fakter û derfetên afirandî yên bo çê bûna etonomiya Kurdî û di dawî de asteng kirina rêya serxwebûna Kurdistan û gelê Kurdistanê ye.

Ev armanca navçeyî ya Erdogane lê armanceke din ya Erdoganê ku dixwaze xwe bike Serokê tevgera Exwan Muslimîn, ev ku bi awa kirina herêmek bi navê qaşo herêma ewle, cîhadiyên terorîstî yên DIŞI, Qaîde, Nusre û xelafetxwazên radîlak yên ku weke beşekin ji artêşa Tirkiyeyê li deverê de bicîh bike, daku weke kartek hem li dijî Kurdan wan bikar bîne him jî li dijî rejîma navendî ya Sûriye, Îsraîl, Îraq û Îranê jî wan bikar bîne.

Di dema xwe de çawe Osmanî Tirkên Asyaya naverast li gel xwe dibirin deverên dagîrkirî û bicîh dikirin û pişt re jî digotin şêniyên resen yên wan deveranin, niha îro jî Erdogan heman siyasetê dimeşîne lê Osmanî tenê yek armanca wan hebe ev jî ferz kirina desthilata xwe bû, lê Erdogan ji bilî vê armancê dixwaze erdnigarî jî dagîr bike daku di demên hewce de bikarêbe bi asanî ev deveran û ev hêzên ku lê bicîh kirine weke kart bo berejwendiyên xwe bikar bîne.

Guhertina demografiya deverên dagîrkirî yên Rojavayê Kurdistanê metirsiyeke gelek mezine bo ser gelê Kurdistanê bi tevahî, jiber ku bicîh kirina kesûkarên terorîstên DIŞIê, cîhadiyên terorîst, Tirkmenên deverên din yên Sûriyeyê li ser axa Kurdan vê di pêşerojê de netenê bibe sedema dagîr kirina zêdetir ya Kurdistanê belku dibe sedema derketina şerên etnîkî û olî li deverê de. Ji xwe yek ji armancên Erdogan jî ev ku dixwaze bi bikar anîna DIŞI û cîhadiyên terorîst, êrîşên ser gelê Kurd hertim berdewam bin daku gelê Kurdistanê aramî nebîne û nebe xudan derfetên ku bikarêbe xwe pêşde bibe.

Erdogan ku niha di warê siyaseta navxweyî de gelek lawaz bûye û abûriya welatê xwe jî herimandiye, bi pereyên Qeterê, ev projeyên xwe yên dijminkarane li Rojavayê Kurdistanê bicîh tîne û dixwaze tevahiya hêzên radîlak yên cîhadî li deverê de kom bike. Kom kirina wan cîhadî û îslamîstên terorîst li deverê de vê çen rêyan bo Erdogan xweş bike daku hem zextan li civaka Erebî û welatên Erebî bike, him jî li dijî Kurd û netewên din tiştek di destê vî de hebe ku her gav xwest bikar bîne.

Ji bilî wan armanc, Erdogan dixwaze bi sêya bicîh kirina îslamîstên terorîst li deverê de, xelafeteke îslamî ya li ser bingehê îdeolojiya exwanî bo xwe ava bike daku bi vê awayî hem Serokatiya exwanê bigre dest û him jî xwe bike xelîfeya wan îslamîstên terorîst yên ku li deverê de kom kiriye.

Di pêşerojeke nêz de jî ev projeya han ya Erdogan vê rengê xwe biguhere û bibe projeyeke dijî şîe. Niha li cîhanê de DIŞI nuneratiya suniyên radîkal û heşda şebî jî nuneratiya şîiyên radîkal dike. DIŞI di bin kontrol û Serokatiya Tirkiyeyê deye û heşda şebî jî di bin kontrol û fermana Îranê deye. Jiber vê yekê eger pêşî ji Erdogan neyê girtin û bikarêbe projeyên xwe yên guhertina demografî bi asanî cîhbicîh bike, di pêşerojê de vê li gel Îranê jî bikeve tengasiyan û şerê şîî û sune bi fermana Îran û Tirkiye bi destê DIŞI û heşda şebî were kirin. Bêgoman destpê kirina şereke olî ya bi vê rengî jî zirareke gelek mezin dide gel û netewên deverê bi taybetî Kurdistanê û gelên Kurdistanê. Bi awayekî din mirov dikare bêje dîroka şerê Sefeviyan û Osmaniyan li ser axa Kurdistanê dubare dibe.

Zirarên ku di şerê Sefevî û Osmaniyan de ber gelê Kurdistanê ketine vê dîsa bi rengeke din û bi awayeke berfiretir rastî gelê Kurdistanê werin. Jiber vê yekê lazime Kurd nakokî û aloziyên navxweyî yên hizbatî bixin aliyekê û weke çawe dijmin bi yek çav li tevahiya part û aliyên siyasî yên Kurdî dimêzîne, bi yek çav li dijminên xwe bimêzînin û siyaset û stratejiyeke yekgirtî ya netewî çê bikin û di çarçoveya ev stratejiya yekgirtî ya netewî de bo pêşî girtin ji pilanên dijminên xwe karûbarên dîplomatîkî bimeşînin.

Erdelan Goran

 

 

Kurdistan
دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.