Hilbijartinên herêmî yên li Tirkiyeyê bi dawî hatin hema hema encam jî kêm ta zêde hetmî bûn.
Li gor encamên hilbijartinan, du aliyên siyasî yên li Tirkiyeyê ji aliyê dengderan ve hatine cezakirin, yek ji wan aliyan AKP ye, AKP hem ji aliyê dengderên Kurd û him jî ji aliyê dengderên Tirk ve hatiye cezakirin.
Aliyeke din yaku hatiye cezakirin HDP ye. Her çend mirov nikare bêje dengderê HDPê azad bûne û karîne bi awayekî azad deng bidin lêbelê tişta ku xuyaye ewe ku dengderên HDPê jî partiya xwe jiber hin şaştiyên heyî ceza kiriye.
AKP û li gel MHPê hevpeymanî kiribû û lîteratora propagendeya hilbijartinên xwe li ser esasên mezhebî, etnîkî û neteweperestiya Tirk û dijminatî kirina Kurd û Kurdistanê ava kiribû, nikarî rêjeya dengên ku dixwest bidest bihîne.
AKP û MHP bo ku dengên xwe zêde bikin, hem hestên olî û him hestên netewî gelek bikar anîn û xwestin bi rêya wan du argomanan dengên xwe zêde bikin û piraniya dengan bidest bînin.
AKP û MHP di çarçoveya argomana olî de, zextên xwe li dijî opozîsyona Tirk ( CHP, IYI partî û partiya Seadetê) dijwartir kirin û li gel vê jî di çarçoveya argomana etnîkî de dijminatiya Kurdan û Kurdistanê kirin silogana xwe ya rojane.
Steratejiya AKP bi taybetî ya Erdogan bo hilbijartinan gelek şaş bû, Erdogan wisa hizir dikir ku bi dijminatî kirina Kurd û Kurdistanê dikare dengên xwe hin li Bakûrê Kurdistanê û him jî li Tirkiyeyê zêde bike, lêbelê xelk vê carê nehat xapandin û bi awayekî eşkere ji hevpeymaniya AKP û MHPê re got ku xelk êdî ne alîgirê şer û tundiyê ye.
Siyaseta şerxwaz û radîkal yaku AKP û MHP him li dijî Kurd û him li dijî opozîsyona Tirkiyeyê bikar anîn, zirar da AKP û MHPê.
Ji bilî vê jî, faktereke din ya mezin heye ku bandor li ser dengên AKPê kir, ev jî rewşa abûriya Tirkiyeyê ye. Qirîza darayî yaku niha li Tirkiyeyê bi tavahiya awayên xwe hakime, ji aliyê rayedarên hikûmetê ve, bi taybetî ji aliyê Erdogan ve dihat înkarkirin, lêbelê jiyana rojane ya xelkê her diçû xirabtir û girantir dibû, jiber vê çendê jî xelk beriya ku hizir li ser ol, netewe û berejwendiyên giştî bike, hizr li ser çawetiya derbaskirina jiyana xwe ya rojane û dabîn kirina çavkaniyên jiyanê xwe dikir. Di vê hilbijartinê de xelk taze pê hesiya ku AKP li gel xelkê ne rûraste û hinek tiştên girîng ji xelkê vedişêre.
Sê şaştiyên sereke yên Erdogan û AKPê bûn sedem ku AKP piştî 16 salan, bo cara ewil rastî wendahiyeke gelek mezin were, ji dest dana bajarên mezin weke Enqere û Îstenbûl bo AKPê bi wateya dabezîn û kêmbûna hêza grseyî ya AKPê ye û îşareta vê yekê ye ku ji niha û pêde vê AKPe rastî gelek astengiyan were û eger bi dilê xelkê neke vê mîada xwe bi dawî bîne.
Piştî hilbijartinan, vê rewşa AKPê gelek biguhere, encamên hilbijartinan wisa li Erdogan dikin ku Erdogan neçar dibe hinek guhertinan di nava AKPê de bike, ev guhertinên han jî vê bibin sedema parçe bûna AKPê, bêgoman ev parçe bûn, bi cuda bûna hinek aliyên nava AKPê bi taybetî çîna lîberal, demokrat û rewşenbîran pêk tê û mimkune ev çînên han partiyeke nû ava bikin.
Derbarê HDPê de jî lazime beriya ku behsa şaştiyên HDPê bikin, behsa wan zextan ku di demên derbasbûyî de ji aliyê hikûmet û artêşê ve li ser HDPê û dengderên HDPê dihatin kirin, bikin. Mirov dikare bi kurtî behsa vê yekê bike ku HDP di nava şert û mercên gelek awarte de beşdariya hilbijartinan kir, çapemenî, HDP baykot kiribû, hikûmet rê nedida HDP weke pêwîst propagendeya xwe bike ku xwe bigehîne dengderên xwe, bi awayekî rojane li dijî HDP operasiyon dihatin kirin û endam û alîgirên HDPê dihatin binçavkirin. Li piraniya bajarên Bakûrê Kurdistanê rewşeke awarte ku dijwartir bû ji serdema desthilatdariya leşkerî, zal bû, lê rexmê ev dijwarî û astengiyên han HDP karî, piraniya şaredariyên ku qeyûm ji wan re hatibû diyarkirin dîsa bidestê xwe bîne, lê hinek dengên HDPê li bakûrê Kurdistanê kêm bûne,
Ji destdana bajarê Şirnexê mirov nikare bêje dengên HDPê li vê bajarê kêm bûne jiber ku hijmareke gelek zêde leşker, cendirme û polîs du car li Şirnexê deng dan û herwiha beşeke mezin ji dengderên HDPê yên li Şirnexê jiber şerê xendeqan aware bûye û ne li Şirnexê ye.
Lê şaştiyên HDPê jî hene ku bûne sedem di hilbijartinan de were cezakirin. Mînak nebûna steratejî û bernameyeke Kurdistanî ya bo xizmet kirina şêniyên bakûrê Kurdistanê, nebûna helwesteke eşkere ya HDPê a li hember şerê xendeqan, cîhbicîh nekirina siyaseteke Kurdistanî yaku hembêza xwe bo tevahiya aliyên Kurdistanî vekirî bihêle. Herwiha nebûna projeyên xizmetgozarî yên HDPê, HDP di dema propagendeyê de di şûna ku behsa projeyên xwe bike, behsa tecrîda ser Ebdulah Ocelan, demokratîze kirina komara Tirkiyeyê dikir, mimkune rewşa Ocelan li ser dengên HDPê bandorê xwe hebe, lêbelê demokratîze kirina komara Tirkiyeyê ti bandorek li ser dengderên HDPê nake.
Herwiha HDPê beriya niha jî piraniya şaredariyên Bakûrê Kurdistanê bidest anî bû, lêbelê xelk ji şêwaza xizmet kirina şaredariyên HDPê ne raziye, jiber vê yekê jî vê carê dengder HDP ceza kir.
Di dawî de mirov dikare bi kurtî bêje, li Rojavayê Tirkiyeyê AKP ji aliyê xelk ve hate cezakirin lê li Bakûrê Kurdistanê jiber şaştiyên HDPê AKP karî hinek dengên xwe zêde bike. Herwiha li Bakûrê Kurdistanê jî HDP ji aliyê dengderan ve hate cezakirin, lêbelê li Rojavayê Tirkiyeyê û bajarên mezin, dengderên HDPê, li dijî siyasetên AKPê yên ku li hember Kurdistanê bikar dianî, dengderên Kurd û yên HDPê, AKP ceza kirin û dengên xwe dan opozîsyona Tirkiyeyê. Bê goman, encamên hilbijartinan hem bo AKP û hem jî bo HDPê xudan peyamên gelek girînge û eger ev her du alî ji wan peyaman fêm neke û li gor berejwendiyên xelk tevnegerin mimkune di hilbijartinên 2023an de her du alî rastî şikestên gelek mezintir bibin.
Erdelan Goran