Rojava di navbera Amerîka, Tirkiye û PKKê de

Amerîka li Rojavayê Kurdistanê xudan projeyeke girîng ya steratejîke.
Erdelan Goran
100%

Beriya çend rojan hikûmeta Amerîkayê pêngaveke çaverê nekirî avêt û navê sê Serkirdeyên serekî yên PKKê xiste nava lîsteya xelata Adaletê. Hikûmeta Amerîkayê eşkere kiriye ku bo her kesek ku li ser wan her sê Serkirdeyên PKK zaniyarî pêşkêşî Amerîkayê bike ku ev zaniyarî bibin sedema girtina wan vê bo Murad Qereyilan 5 miliyon, bo Cemîl Bayik 4 miliyon û bo Dûran Kalkan jî 3 miliyon dolar xelat bide.

Amerîka heta niha çend car pêngavên wisa avêtiye, lê pêngava vê carê gelek cudaye û xudan çend wate û peyamên girînge.

Her çend Amerîka bo xwe baş dizane ku Serkirdeyên PKKê kîne, li Kûderêne, çi dikin, lêbelê baş zaniye ku biryareke wisa der bixe.

Der xistina vê biryara han di heyama ku dorpêçûn nû yên Amerîkayê ên li dijî Îranê destpê kirine, watedare. Jiber ku bi hin rê û rêbazan têkilî di navbera PKK û Îranê de jî hene û ev têkiliyên han jî li hin deveran dibin sedema çê bûna metirsiyan li ser hevpeymanê serekî yê Amerîkayê ku Îsraîle.

Bi awayekî giştî mirov dikare bi vê rengî nirxandin bo vê biryara Amerîkayê bike:

1-di demekê de ku Tirkiye li dijî YPG, PYD û Rojavayê Kurdistanê bi awayekî rojane gefan dike û dibêje YPG û PYD basikên PKKê ne û emê êrîşî ser wan bikin, Amerîka ku hevpeymanê Tirkiyeyê ye tişteke cuda dibêje û dibêje YPG ne terorîste lêbelê pkkê terorîste û li dijî PKKê emê li gel Tirkiyeyê rawestin. Ev biryara han jî yaku ez bawerim bi lihev hatinê hatiye derxistin, peyameke bo Tirkiyeyê û Amerîka dixwaze bêje; tu nikarî êrîşî YPGê bikî, YPG ne dijminê teye belku dijminê te PKK ye û waye ez jî li gel te şerê PKKê dikim.

2-Amerîka bi vê biryara xwe dixwaze gefên Tirkiyeyê li ser Rojavayê Kurdistanê bi dawî bîne û bargiraniya ser Rojavayê Kurdistanê sivik bike. Jiber Amerîka li Rojavayê Kurdistanê û Bakûrê Sûriyeyê de gelek sermayegozarî kiriye û xudan projeyeke girîng ya steratejîkiye, jiber vê çendê naxwaze Tirkiye bo cîhbicîh kirina vê projeyê astengiyan çê bike.

3-Amerîka bi biryara xwe peyamek da PKK û ji PKKê re got: Hişiyar be, Tirkiye gelek zextan li min dike ku şerê te bikim lêbelê ezê şerê te nakim û lazime tu li gor min tevbigerî û dema min got dev ji şerê çekdarî berde, lazime şerê çekdarî bixî aliyek û xwe meşxûlî siyaseta medenî bike.

4- Amerîka ji PKKê re got: Jiber têkiliyên te yên li gel Îranê, ez ji te acizim û eger bi ya min nekî ezê vê te biêşînim. Bi Taybetî li dor pirsa Şingalê, jiber ku çiyayê Şingalê çiyayeke steratejîke û hêzên YBŞê yên ser bi PKKê têkiliyên wan li gel çekdarên heşda şebî başin û rê dane ku çekdarên heşda şebî ku raste rast di bin çavdêriya Îranê dene, li çiyayê Şingalê nêz bibin û nêz bûna heşa şebî bi çiyayê Şingalê bi wateya nêz bûna Îranê ye bo çiyayê Şingalê û ev yek jî dibe metirsiyeke raste rast bo ser hevpeymanê serekî yê Amerîkayê ku Îsraîle. Amerîka xwest bi vê biryare ji PKKê re bêje rêya çiyayê Şingalê ji heşda şebî û Îranê re daxe û rê nede ku çekdarên Îranî li deverê derbasî Sûriyeyê bibin.

5-Amerîka li Rojavayê Kurdistanê û Bakûrê Sûriyeyê de xudan projeyeke gelek girîng û steratejîke û ecamên vê projeyê jî bo Kurdistana mezin gelek baş dibin, Amerîka bo cîhbicîh kirina vê projeya han gelek sermayegozarî kiriye û du astengên serekî li berdem Amerîkayê hene, yek ji wan Tirkiye û a din jî Îran û rejîma Esedin. Ji xwe bi dorpêçên ku beriya çend rojan hatin diyarkirin, Amerîka hewl bo lawaz kirina Îranê dide, eger Îran lawaz be, vê nikaribe hevkariya rejîma Esed bike û bibe asteng li berdem projeya Amerîkayê. Li Dor Tirkiyeyê jî Amerîka dîsa dixwaze bi biryara han, rojeva Tirkiyeyê li ser Rojavayê Kurdistanê biguhere û Tirkiye mexûlî kêşeyên navxweyî yên xwe bike daku nikarêbe li Rojavayê Kurdistanê û Bakûrê Sûriyeyê de li berdem projeya Amerîkayê bibe asteng.

6- Bi armanc kirina wan sê Serkirdeyên PKKê peyameke din ya girîng tê de heye, ew jî ewe ku Cemîl Bayik nêzî Îranê ye, Dûran Kalkan nêzî çepgerên Tirkiyeyê ye û Qereyilan jî neteweperestekî Kurde. Amerîka bi biryara han peyameke eşkere daye wan her sê eniyan. Ji Îranê re got: Ez dikarim kesê ku rêya derqanûnî ya bo gehêştina te bi Sûriyeyê ve kiriye bigirim û tune bikim. Ji Çepgerên Tirkiyeyê re got: Min kêf bi sosiyalîzim û diroşmên dijî pergala nû ya cîhanî nayê û lazime hun şerê îdeolojîkî li dijî pergala nû ya cîhanî bidawî bînin û xwe li gel pergala nû ya cîhanî bigoncênin. Ji Eniya neteweperest a Kurdî re jî ev peyam da: Lazime tu şerê nasname û mafên xwe yên netewî bidomênî û demokratîze kirina welatên din nabe bibe beşek ji xebata te, jiber ku serdem ne serdema wan netewe dewletane ku li ser esasê îdeolojiya olî û etnîkî hatine avakirin belku serdem serdema ew netewe dewletane ku li ser esasê nasnameya etnîkî têne avakirin.

Tişta herî girîng ewe ku Amerîka bi rastî nexwestiye û naxwaze şerê PKKê bike, jiber Amerîka baş dizane ku eger pêngavek bavêje ku bibe sedema tune kirina PKKê, vê demê ev cêyên ku asîne û niha di destê PKKê dene, bikevin destê çekdar û cîhadiyên radîkal û ev yek jî dibe dubare kirina ezmûna eşkeftên Teraborayê li Efxanistanê û Amerîka bi ti awayî vê yekê naxwaze.

Pirsa ku lazime were pirsîn ew gelo Amerîka vê ev Serkirdeyên PKKê binçav bike û pişt re jî radestî Tirkiyeyê bike? Ez bawer nakim ku bilez Amerîka tişteke wisa bike lê eger zextên Tirkiyeyê li ser Rojavayê Kurdistanê berdewam bin û Amerîka nikarêbe Tirkiye razî bike, vê demê vê Amerîka yek ji wan Serkirdeyan bike qurbana projeya xwe ya li Rojavayê Kurdistanê û yek ji wan Serkirdeyan vradestî Tirkiyeyê bike.

Erdelan goran

 

 

Kurdistan
دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.