Idlib û xweziyên bi ba çûyî

operasiyona Idlibê vê gelek dirêj neke û di demeke kurt de bi dawî bibe.
Erdelan Goran
100%

 

Biryare roja înê civîna sê alî ya Tirkiye, Rûsye û Îranê li dor rewşa Idlibê li bajarê Tewrêzê ya li Îranê were lidarxistin. Di vê civînê de her sê alî li ser çawetiya çareserkirina kêşe û pirsgirêkên Idlibê giftûgo bikin.

Lê tişta ku gelek balkêşe ewe, Rûsye, Îran û Beşar Esed di navbera xwe de rewşa Idlibê û pêşroja vê bajarê yek alî kirine û Tirkiye ku qaşo hêza bi bandor  ya li Sûriyeyê ye ji vê biryarê bêpar hatiye hêştin, jiber vê yekê ye ku Rûsye û Esed beriya ku li benda civîna sê alî bibin êrîşên xwe bo ser komên cîhadî yên li Idlibê destpê kirine û ew du roje Idlib tê topbaran kirin û xelkê sivîl jî ji vê bajarê direve.

Piştî lawazbûna komên radîlak û cîhadî li Sûriyeyê, Tirkiye ku xewin xelayên demên bûrî box we dîsa zindî kiribû, bi her awayî hewl da daku  wan kom û grupên cîhadî li cêyekî kom bike û wan yek bixe daku artêş anjî hêzek bo xwe li Sûriyeyê ava bike daku bikaribe weke serdema sultanên Osmanî vê hêza han bo xwe bikar bîne.

Dema Rûsye, Amerîka û Esed li ser kom kirina kom û grûpên cîhadî li Idlibê li hev kirin, Tirkiye gelek kêfxweş bû, jiber ku wisa hizir dikir ku vê ev kom û grûpên han hertim li Idlibê bimînin, lewre Tirkiye bi navên curbicur hewl da artêşek ji wan koman bo xwe ava bike, Tirkiye bi her awayî hevkariya wan koman kir û çek, cebelxane, locistî, û mûçeyên mehane yên wan koman jî dabîn dikir.

Hîn jî Tirkiye li ser vê yekê berdewame û hîn jî bawer nake ku Rûsye û Esed dest bi operasiyona Idlibê kirine û êrîşên Rûsyeyê bo ser Idlibê bi pêngaveke şaş bilêv dike û dibêje ku armanca Esed kontrol kirine Idlibê ye. Ev gotinên rayedarên Tirkiyeyê yên derheqê êrîşê Rûsye û armanca Esed de ew yek îsbat dikin ku Tirkiye xwen û xweziyên gelek cuda lid or Idlib û komên cîhadî box we ava kiribû û ti carî Tirkiye hizra vê yekê nedekir ku kom kirina wan komên cîhadî li Idlibê planeke ku vê encama vê jî bandoreke gelek xirab li ser Tirkiyeyê bike.

Dema Rûsye, Amerîka û Esed li dor kom kirina wan koman li Idlibê lihev kirin, rêkeftinek di navbera Amerîka û Rûsyeyê de ku gelek nihêniye hatiye îmzekirin. Li gor vê lihev kirinê vê Esed û Rûsye Idlibê ji destê komên çekdar rizgar bikin, pişt re vê Esed û Rûsye zextan li Tirkiyeyê bikin daku Tirkiye û komê cîhadî yên ser bi Tirkiyeyê ji Efrîn û deverên din yên Sûriyeyê derkevin. Eger Tirkiye anjî komên ser bi vî ji wan deveran der nekevin vê weke Idlibê êrîşî wan were kirin ku encama vê yekê jî dîsa bandoreke gelek xirab di warê siyasî, leşkerî, dîplomatîkî û abûrî de li ser Tirkiyeyê bike.

Amerîka û Rûsye li ser pêşroja Sûriyeyê lihev kirine, Başûr û naverastê Sûriyeyê bo Esed û Rûsye dibe, bakûrê Sûriyeyê jî ji Rojhilat heta Rojavayê vê welatî vê di destê Amerîka û HSDê de be.

Piştî kontrol kirina Idlibê, vê derketina Tirkiye û cîhadiyên ser bi Tirkiyeyê li Efrîn, Cerabilus û deverên din jî bikeve rojevê.

Dema rejîma Esed wan deverên han jî kontrol kir û desthilata xwe li ser wan deveran sepand, vê carê di navbera Amerîka û Rûsyeyê de giftûgo li ser mijara radest kirina Efrînê ji aliyê Esed ve bi HSDê û radest kirina Dêrazorê ji aliyê HSDê ve bi rejîma Esed bikin.

Vê Rûsye daxwaza petrola Dêra Zorê bike û li hember de jî Amerîka daxwaza Efrînê bike. Sedemên vê yekê jî ewin ku Amerîka dixwaze petrol û gaza Başûrê Kurdistanê li gel petrol û gaza ku li Rojavayê Kurdistanê tê derxistin, bi rêya boriyekê bigehîne ser behra spî, hevdem Rûsye û Esed jî ku niha li Sûriyeyê serkeftîne, eger Dêra Zorê wernegirin, vê ti petrol û gazeke wan tune be. Jiber vê çendê vê Efrîn ji aliyê Esed ve ji HSDê re were radestkirin û li hember de jî HSD vê Dêra Zorê radestî rejîm bike.

Bê goman ev alûgora han niha nayê kirin jiber ku heta Tirkiye û komên cîhadî yên ser bi Tirkiyeyê li Sûriyeyê bi temamî neyên derxistin, derfet bo vê yekê çê nabe, lê piştî derxistina Tirkiye û wan komên cîhadî vê derfet çê bibe û pêşeroja Sûriyeyê jî eynî weke pêşroja Îraqê li were.

Amerîka ku niha li hember operasiyona Idlibê fikarên xwe tîne ziman, di rastî de gelek kêfxweşe ku ev operasiyon destpê kiriye jiber ku Amerîka dixwaze bilez destê xwe bigehîne çavkaniyên erzan yên enerjiyê.

Dema şerê mezin li Idlibê dest pê bike, vê beşek ji wan komên cîhadî birevin biçin Efrînê û beşeke din ji wan jî vê li gel xelkê medenî berê xwe bidin Tirkiyeyê û beşeke din jî vê xwe teslîmî rejîma Sûriyeyê bikin. Bi vê awayî operasiyona mezin ya Idlibê vê gelek dirêj neke û di demeke kin de vê Idlib were kontrol kirin.

Dawî hatina operasiyona Idlibê ne bi wateya dawî hatina şerê Esed li dijî komên çakdar e, jiber ku Esed bi piştgîriya Iran û Rûsyeyê vê li Efrîn, Cerabilus, Bab û Ezaz jî şerê wan komên cîhadî bike û tevahiya wan der bixe.

Bê goman ti rêyeke din jî li berdem wan grûpên cîhadî tuneye ji bilî ku berê xwe bidin Tirkiyeyê ku ev çand sala wan xwedan dike. Ev yek jî vê gelek astengiyên mezin bo Tirkiyeyê çê bike û li ser asta cîhanî jî vê navê Tirkiyeyê weke navê yekem yê piştîvanê cîhadiyan were nasin. Bi vê rengî Tirkiye ku xweziya artêşeke bihêz li Sûriyeyê ji xwe re dikir û digot bi sêya vê hêza han vê li Sûriyeyê bibim xudan soz û bandor, vê bedela siyasetên xwe yên şaş bide.

Ne tenê vê Tirkiye bedela siyasetên xwe yên şaş bide, belku Îran jî ku hertim gefan li Îsraîlê dike û hewl dide bi rêya grûpên çekdar yên ser bi rejîma Esed û ev Efxaniyên ku bi pere şandine Sûriyeyê û yekîneyên Fatimiyon, pêgeha xwe ya leşkerî li Sûriyeyê bihêz bike daku bikarêbe, bibe metirsiyeke mezin û nizîk bo ser Îsraîlê, vê piştî ji nav birina wan komên çekdar yên nêzî Tirkiyeyê, vê Amerîka û Rûsye, di bin zextên Îsraîlê de, berê xwe bidin çekdarên ser bi Îranê û wan jî ji Sûriyeyê der bixin û bi vê awayî pilanên Îranê jî yên li herêmê bi temamî têk diçin.

Erdelan goran

 

 

Sûrye
دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.